Komeleya Rosa: Ji sedî 96'ê jinan di nava qayrana aborî de dijîn 2020-04-18 16:05:19   AMED - Komeleya Jinan a Rosa, bi anketek bal kişand ser rewşa jinên ku bi paqijiya malan debara xwe dikin û got: "Di pêvajoya vîrûsa koronayê de jî jin bêewle ji bo debara mala xwe dixebitin. Jin bê sîgorta kar dikin û ji sedî 64'ê jinan ji bo zarokên xwe kar dikin."    Komeleya Jinan a Rosa, di pêvajoya vîrûsa koronayê de bi anketê bal kişand ser rewşa jinên ku bi paqijiya malan debara xwe dikin. Anket ji 16 pirsan pêk hat û bi referansa 50 jinan, komele xwe gihand 76 jinan. 25 jinan re bi rêya telefonê hevdîtin hatin kirin. Ji navçeyên Sûr, Rêzan, Peyas û Yenîşehir a Amedê jin tevlî anketê bûn. Kesên ku tevlî anketê bûn di temenê 18 û 64'an de diguherin. Her wiha ji sedî 74 jinên ku tevlî anketê bûn zewicî ne. Komeleya Jinan a Rosa bi daxuyaniyek nivîskî bal kişand ser encamên anketê.    'LI MAL KEDXWARIYEK MEZIN HEYE'   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ji ber pêvajoya vîrûsa koronayê gelek jin li malê ne. Wekî berê niha jî bêtir li malan kedxwariyek pêk tê. Kedxwariya ku di nava malê li hemberî jinê tê kirin wekî xwezayî tê dîtin. Wekî li malê tenê jin dijî, hemû karê li malê jin dike. Divê xebatên li malê tên kirin ne tenê jin berpirsiyar be.    Jinên ku ji bo debara xwe bikin di nav şert û mercên bê ewle de karê paqijiyê dikin. Gelo em çiqas rewşa wan jinan agahdar in? Keda ku li malê ji hêla jinan ve tên dayîn wekî nasnameyek tê pejirandin. Ev tişt ji ber civakê pêk tê. Niha gelek jin ligel vîrûsa koronayê jî neçar dimînin ku bixwebitin. Gelek jin jî li malên xwe dimînin û nikarin debara mala xwe bikin, bê sîgorte û bê heqdest.  Me derbarê jinên ku debara xwe bi paqijiyê dikin re anketek çêkir. Gelek jin gotin ku 'Heta ku zarokên min ji birça dimirin, hema bila ez ji ber koronayê bimirim!'. Di pêvajoyeke bi vî rengî de civak bi mirinê re rûbirû ye. Lê heke di nava civakê de piştevaniyek li pêş bikeve dê jiyan rihettir bibe.    Jinên ku bi şîrketan re dixebitin û an jî serbixwe dixebitin bê sîgorte dixebitin. Jinên ku di şîrketên paqijiyê de dixebitin bi fikara ji kar dûrxistinê nexwestin tevlî anketê bibin.  Jinên ku di karê paqijiyê de dixebitin bi tu awayî pirsgirêkên wan nayên dîtin. Jinên ku serbixwe dixebitin an jî girêdayî şîrketên paqijiyê dixebitin bi heman nêzîkatiyan re rûbirû dîmînin û nikarin mafê xwe bigirin.  Em jin dê birînên xwe bi hev re bipêçin. Her wiha em bang rayedaran jî dikin ku bila erka xwe pêk bînin."   Li gorî anketê jinên herî zêde kar di navbera 36-49 salî de ne. Li gorî anketê herî zêde jinên zewici ne kar dikin û ji sedî 55 li Navçeya Rezan a Amedê dijîn. Dîsa ji sedî 74'ê jinên ku karê malan dikin zewicî ne. Di nava jinên kar dikin ji sedî 34 xwandin û nivîsandina wan tune ye. Li gorî anketê ji sedî 18 jinên kar dikin di xaniyê krê de dijîn. Di nava jinên kar dikin de ji sedî 64'e ku kar dikin ji bo debar û pêşeroja zarokên xwe kar dikin. Dîsa ji sedî 58’ê jinan dema kar dibînin dixebitin û kar nabînin naxebitin. Ji sedî 76 betal in û dem bi dem kar dikin. Li gorî anketê hemû jinên kar dikin li cihê kar bê sîgorta û bê ewle kar dikin. Disa ji sedî 13 li cihê kar bêyî heq bistînin derketin destûrê.    PIŞTÎ VÎRÛSÊ BETALÎ ZÊDE BÛ   Li gorî anketê piştî vîrûsê êdî kes kar nadin wan û ji ber li malê dibînin bêtir rastî tundiyê tên. Ji sedî 96'ê jinan piştî vîrûsa corona belav bû di nava qeyrana aborî de dijîn. Ji sedî 11’ê jinan anîn ziman ku piştî ketin malê tuniya li hundirê malê zêde bûye. Li gorî anketê ji sedî 50'ê jinan yên rastî tundiyê tên di navbera 29-35 salî dene.