Hestiyên xwişka xwe ya qet wê nedîtiye defin kirin 2020-04-19 09:02:20   STENBOL – Adnan Elma ku hestiyên xwişka xwe ya PKK'yî ku qet ew nedîtiye ji Goristana Bêkesan girtiye û li gundê xwe veşartiye. Elma, got: "Min hestiyên xwişka xwe ya qet ew nedîtiye defin kirin. Li cîhanê tişteke bi vî rengî tuneye."    Di 19'ê Kanûa 2017'an de li gundê Oleka Jor a Bedlîsê 282 cenazeyên PKK'yiyan ji Goristana Xerzanê hatibûn derxistin û wan biribûn Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê û dû re cenaze li Goristana Bêkesan a Kîlyos a Zîncîrlîkûyûya Stenbolê hatibûn veşartin. Paşê hin malbatan ji bo cenazeyên zarokên xwe wergirin ji bo DNA'yê xwîn dabûn û heya niha ji malbatên xwîn dane tenê 18 malbatan cenazeyên xwe wergirtine.    Yek ji van cenazeyan jî ê Nadîre Elma (Nalîn) bû. Nadîre Elma, di sala 1992'yan de tev li nav PKK'ê bûye û di sala 2007'an de jî jiyana xwe ji dest daye.    PIŞTÎ ÇEND SALAN LI GUNDÊ XWE HAT VEŞARTIN    Cenazeyê Elmayê di 13'ê Kanûnê de radestî malbatê hatiye kirin û li gundê wê Marînê yê Nisêbîna Mêrdînê hatiye definkirin.    Birayê wê Adnan Elma ku qet xwişka xwe nedîtiye, lê belê bi çîrokên der barê xwişka xwe de mezin bûye, behsa dema wergirtina cenaze û hîsên lê peyda bûne kir.    Adnan Elma, anî ziman ku bi qasî jê re hatiye gotin, di salên 90'î de eskeran avêtiye ser gundê wan û got: "Gundiyan birine meydana gund. Heqaret li wan kirine, xeber ji wan re gotine. Eskerekî pêlava kesk û sor û zer a di nigê xwişka min de nîşan daye û jê re gotiye 'Ev çi ne?' Xwişka min jî gotiye, 'Ma fabrîkeya bavê me heye?' Paşê esker dibêjin 'Ji bersivên vê keçikê diyar e ku ne ji vî gundî ye. Ji çiyê hatiye.' Bi vî awayî wê binçav dikin. Qederekê li qereqolê tê sekinandin û dû re wê berdidin."    Elma, diyar kir ku ji ber van tiştan û sedeman piştî demekê xwişka wî tev li nav PKK'ê dibe.    'KÎJAN WIJDAN QEBÛL DIKE?'   Elma, anî ziman ku paşê pêdihesin ku xwişka wî jiyana xwe ji dest daye, lê belê nizanin li ku û kengî jiyana xwe ji dest daye û ji ber vê şîna xwe danîne û got, piştî 3-4 sal şûnde pêhesiyane ku cenazeyê wê Li Goristana Xerzanê ye.    Elma, ji bo bomekirin û texrîbkirina cenazeyên PKK'yiyan jî got: "Li cîhanê tiştekî bi vî rengî tuneye. Hîtler jî ev yek ne kiriye. Ma kîjan wijdan bombekirina cenazeyan qebûl dike?"    Elma, behsa wê kêliya ku hestiyên xwişka xwe ya qet nedîtiye birine gund û veşartine jî kir: "Gava mirov li awayê wan ê definkirinê mêze dike, dibîne ku tu eleqeya wan û mirovatiyê tuneye. Di qutiyên biçûçik de, li ser hev du lod kiribûn û xistibûn gorekê. Qutî şikandîbûn û ava baranê û herî ketibûn hundirê wan. Kêliyeke êşbar bû. Paşê me cenazeyê xwe wergirt û bir Mêrdînê. Bifikirin, hestiyê xwişka we dixin erebeyekê û du rojn dikişînin. Me hestiyê xwişka min î min ew qet nedîtiye defin kir. Li cîhanê tiştekî bi vî rengî tuneye."    BANG LI MALBATÊN DIN KIR    Elma, bang li malbatên ku hê cenazeyên zarokên xwe wernegirtine jî kir û got: "Daxwaza min a ji malbatan ev e; bila netirsin, bila cenazeyên xwe bigirin. Ev pergal tim van tiştan dike. Bi hikûmeta AKP'ê re bêhiqûqî zêde bûn. Wan li goristanên bêkesan defin kirine, lê ev nayê wateya ku bêkes in. Bila malbat metirsin û cenazeyên xwe bigirin."