Çiftçi-Sen: Divê em piştevaniyê mezin bikin 2020-04-19 12:04:57     ÎZMÎR - Çîftçî-Sen'ê bi minasebeta Roja Têkoşîna Çotkaran a Cîhanê nameyek ji Parlamenterê CHP'ê yê Îzmirê Kanî Beko re şandin û xwestin di van şertên dijwar de têkoşîn û piştevaniyê bêtir mezin bikin.    Serokê Giştî yê Sendîkaya Çotkaran (Çiftçi-Sen) Ali Bulent Erdem û Sekretera Giştî ya Çîftçî Sen'ê Berin Erturk, bi minasebeta 17'ê Nîsanê Roja Têkoşîna Çotkaran a Cîhanê nameyek ji Parlamenterê CHP'ê yê Îzmirê Kanî Beko re şandin. Serokê Çîftçî-Sen'ê Erdem û Sekretera Çîftçî Sen'ê Erturk, bi sernavê "Ax, Rûmet û Jiyan" name nivîsîn û xwestin di vê roja têkoşîna çotkaran de hemû welatên cîhanê di bin bandora Vîrûsa Corona de derbas dikin û wiha gotin: "Vîrusa corona nîşan da ku çiqas xweza hatiye wêrankirin, hevengiya pergala ekolojiyê xera bûye û çandiniya îndustrîyalîzmê çawa xera dike. Ev jî nîşan dide ku şewbên nû li ber derî ne. Di vir de pergalên şîrketên zexîreyan xwedî rolek pir mezin in. Hem cewherê xwarinê xera dike, hem jî zexîreyên bê tenduristî di afirîne. Ji ber vê yekê mirov bi van zexîreyan li hemberî van nexweşiyan bê hêz dimîne. Ji ber vê yekê divê em bêtir bi hevre di nava piştevanî û piştgiriyê di bin. Divê em têkoşîna piştevaniyê bêtir mezin bikin. Divê em nirxên mirovahiyê miezin bikin û bêdeng nemînin. Ax, Rûmet, Jiyan".