Li Kocaeliyê ligel qedexeyê jî fabrîqe dixebitin 2020-04-19 13:01:31   KOCAELÎ – Li gel qedexeya derketina kolanan jî, fabrîqa li ser biryara Walîtiya Kocaeliyê dixebitin. Serokê Şaxa Hejmara 1 a Metal-Îş a Yekbûyî ya Gebzeyê Selçûk Çîftçî, bertek nîşanî xebitîna fabrîqan da û got: “Ev destûr nîşan didin ku tenduristiya xebatkaran ne di xema wan deye.”    Walîtiya Kocaeliyê berî qedexeya derketina kolanan a 30 bajarên mezin û Zonguldakê du fabrîqeyên çelîk ên hêsin ji qedexeyê muaf dît û biryara xebitînî fabrîqeyan da. Ligel îtîrazên Sendîkaya Karkerên Metal a Yekbûyî jî, xebitîna fabrîqeyan dewam dike.    BERSIV JI BO ÎTÎRAZÊ NEHAT DAYÎN    Serokê Şaxa Hejmara 1 a Metal-Îş a Yekbûyî ya Gebzeyê Selçûk Çîftçî, bertek nîşanî xebitîna fabrîqayan da û got: “Li bajêr ne tenê ev her du fabrîqe dixebitin. Di serî de li Gebzê li gelek cihên Kocaeliyê fabrîqeyên heyîn dixebitin. Ev biryar di encama zextên patronan de hatiye dayîn. Li dijî destûr dayîna xebitîna fabrîqeyan em îtîraz kir, li bi tu awayî bersiv ji bo me nehat dayîn.”    ‘TENDURISTIYA XEBATKARAN NA FIKIRIN’    Çîftçî, diyar kir ku gelek fîrmayên dikarin hilberînê nekin, bi destûrên derew xebatên xwe dewam dikin û ev rexne kirin: “Girîngiyê nadin tenduristiya xebatkarên di van fabrîqeyan de dixebitin. Tenduristiya wan pişt guh hatine kirin. Ev jî dide nîşandan ku hikumet ne tenduristiya karkeran, berjewendiyên xwe yên kar difikire.”