Girtî: Qawîşan dezenfekte nakin maske û lepikan nadin girtiyan 2020-04-19 13:39:35   EDENE - Girtiyên li herêma Çukurova girti ne, bi rêya malbatên xwe diyar kirin ku rayedar qawîşan dezenfektan nakin, lepik û maskeyan nadin wan û girtî di bin rîska vîrûsa corona de dijîn.    Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler, Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 3 a Tarsûsê, Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê, Girtîgeha Tîpa M a Karamanê û Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê, bi rêya telonê agahî dan malbatên xwe û bal kişandin ser sextên li ser wan tên meşandin.    GIRTIYÊN NEXWEŞ DI BIN RÎSKEK MEZIN DE NE   Ebedîn Aktaş ê li Girtîgeha Tîpa T Hejmara 3 a Tarsûsê dimîne diyar kir ku li dijî vîrûsa koronayê rêveberiya girtîgehê tevdîrên pêwîst negirtine. Aktaş diyar kir, gardiyan ji bo serjimartinê tên koxûşê, koxûş nehatine dezenfektekirin û maske nedane wan û wiha got: "Rêveberiya girtîgehê tedbîran nagirin. Maske û lepikan nadin girtiyan. Girtiyên nexweş di bin rîskek mezin de ne. Girtiyên nexweş nabin revîrê. Hevalê me Mehmet Aktaş, nexweşê epilepsiyê ye. Hêza wî ya li dijî nexweşiyan pir lawaz e. Dema nexweş dikeve nabetên giran derbas dike."    'EM NIKARIN JI KANTÎNÊ JÎ WERBIGIRIN'   Şahîn Yildirim û Seyît Aşkan ên li Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê jî wiha gotin: "Pirsgirêka paqijî û dezenfekteyê heye. Em ji kantînê jî nikarin werbigirin. Ji ber vîrûsê her wiha me dernaxînin hewşê jî."   Li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê Çetîn Sagir jî got: "Maske û lepikan nadin me. Dema ku em diçin revîreyê, masek û lepik nadin me. Doktor û gardiyan tevdîrên xwe digirin. Em ji tenduristiya xwe bi fikar in."   'KOXÛŞA ME NEHATE DEZENFEKTEKIRIN'   Mehmet Zaîr Şahîn ê li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê ye diyar kir ku ew nikarin qada hevpar bi kar bînin û têkiliya wan a bi hevalên wan re qut bûye. Şahîn anî ziman ku koxûşa wan nehatiye dezenfektekirin û maske nadin wan.   Alî Aydin ê li Girtîgeha Tîpa M a Karamanê jî ragihand ku koxûşa ew 6 kes lê dimînin tenê carekê hatiye dezenfektekirin û got, tevdîreke cidî nehatiye girtin.