Li qawîşa 14 kesan 20 girdî dimînin 2020-04-19 14:09:26   ÎZMİR - Bûrhan Ozmuş ê li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 3 dimîne diyar kir ku li qawîşên 14 kesan 20 girtî dimînin û xwarinê pir kêm didin wan.    Bûrhan Ozmuş ê qawîşa B-9 a Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 3 dimîne, bi rêya telefonê agahî dan bavê xwe Cîhan Ozmuş û diyar kir ku li qawîşên 14 kesan 20 girtî dimînin û xwarinê pir kêm didin wan.  Ozmuş, anî ziman ku ji ber hêjmar pir zêde ye 6 hevalên wan li erdê radizên heta niha qawîş tenê carekê dezenfektan kirine. Ozmuş, anî ziman ku qet lepik nedane wan û li cem wan girtiyên nexweş ên kronîk hene û wiha got: "Dema hevalên me germa laşê wan zêde dibe û em bang li gardiyanan dikin, di mazgalê re tên li germa laşê me dinerin. Heta niha testa vîrûsê nehatiye kirin. Tu tedbîr nehatine girtin. Em nizanin revîr dixebite ya na. Em îlacan dinivîsin hefteyek şûnde îlac tên. Em malzemeyên paqijiê dixwazin, lê dibêjin tune ye. Xwarina kêm û bê tenduristî didin me. Ji bo 20 kesan serê her kesekî kepçeyek birinç nakeve. Em hemû di nava hev de dijîn û tu tedbîr nayên girtin."