HDP'ê giliyê qeyûmê Amedê kir 2020-04-19 14:37:50   AMED - HDP'ê giliyê qeyûmê ku îlacên sexte yên dezenfektana belav kir, kir.    Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDP'ê giliyê qeyûmê AKP'î yê ku li Amedê dezenfektana sexte li gel belav kir. kir. Di daxwaznameya HDP'ê de hate ragihandin ku bi hilberandin û belavkirina dezenfektana sexte re tenduristiya gel xistine metirsiyê û xwest, têkildarî berpirsyaran lêpirsîn bê destpêkirin û bên cezakirin. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP'ê ve hatiye desteserkirin, li qadên cemaweriyê û saziyên taybet unîteyên dezenftekirina destan bi cih kiribû û dezenfektan li nexweşxaneyan belav kiribû. Eşkere bûbû ku ev dezenfektan sexte ne.