SES’ê bersîv da Waliyê Zonguldakê: Fatûra bê tedbîriyê li me nebire 2020-04-19 14:49:17   STENOL - Hevseroka Şaxa SES'ê ya Zonguldakê Dondu Temel, bersîv da Waliyê Zongundakê Erdogan Bektaş ê xizmetkarên tenduristiyê tawanbar kiribû û got: "Fatûraya xwe ya ku we li nexweşxaneyan tedbîr negirtine, li ne nebirin."    Waliyê Zonguldakê Erdogan Bektaş, gotibû, "Kedkarên tenduristiyê yên bi şewba vîrûsê ketin xwe neparastin. Li me bûn bargiranî." Ev gotina walî rastî gelek bertekan hat. Niha tê gotin ku 137 xizmetkarên tenduristiyê bi şewba vîrûsê ketine. Hevseroka Şaxa SES'ê ya Zanguldakê Dondu Temel, têkildarî daxuyaniya Walî Beştaş anî ziman ku dixwazin sedema negirtina tedbîran têxin situyê wan û wiha got: "Dixwazin sedema hebûna  ekîpmanên parastinê yên negihiştin destê xizmetkarên tenduristiyê bikin sûcê wan. Dixwazin fatûra kêmasî û sûcê xwe li me bibirin. Ji ber ku rayedaran ekîpmanên parastina li dijî vîrûsê nesitendin ev vûrûs gihişt xizmetkarên tenduristiyê. Malzemeyên parastinê rojekê heye du rojan tune ye. Gelek caran hevalên me neçarin bê malzemeyên parastinê kar bikin. Testa vîrûsê ya xebatkaran nayê kirin. Xizmetkarên tenduristiyê yên nexweşên kronîk û ducanî nikarin navber birin kar û neçarin karê xwe berdewam bikin. Dîsa hêjmara kesên bi vîrûsê ketine tê veşartin."