DAIŞ’ê li Herêma Mexmûrê 2 eskerên Iraqê kuştin 2020-04-19 15:20:07   NAVENDA NÛÇEYAN - DAIŞ'ê li Herêma Mexmûrê êrîşî hêzên Iraqê kir û di êrîşê de 2 eskerên Iraqê kuştin. Operasyona li dijî komên çekdar ên DAIŞ’ê didome.    Çeteyên DAIŞ li ser rêya navbera gundê Elîreş û Berdispî ku di keve bin çiyayê Qereçox a ser bi navçeya Mexmûr a ser bi Musilê, êrîşek pêkanîn. Li gorî zanyariyên ji herêmê hatine wergirtin, di encama êrîşa DAIŞ'ê de, 2 eskerên Iraqê yên taxima 3 ya ser bi Lîwaya 50 a fermandariya 14 ya artêşa Iraqê jiyana xwe ji dest dan. Hate zanîn ku ji bo dîtina çeteyên DAIŞ’ê operasyona li Herêmê dewam dike. Di rojên dawî de liv û tevgera çeteyên DAIŞ ya li Herêma Mexmûrê zêde bûye û êrîşên xwe didomîne.