Serokên 46 Baroyan xwestin efûya îstîsmarê ji rojevê derxin 2020-04-19 16:12:42   ÎZMÎR - Serokên 46 baroyan daxuyaniyek hevpar dan û xwestin mijara efûya îstîsmara zarokan ji rojeva Tirkiyeyê derxin û gotin: “Em wekî baro, em bi aliyê xwe yên hiqûqî û mafê mirovan varek din dibêjin efûya îstîsmara zarokan nabe."    Serokên 46 borayan ku serokên Baroyên Stenbol, Enqere, Îzmir, Wan û Colemêrgê jî di navde hene daxuyaniyek hevpar dan û xwestin efûya îstîsmara li dijî zarokan ji rojeva Tirkiyeyê derkeve. Serokên baroyan anîn ziman ku ji sala 2016'an heta niha diyar dikin ku zarok bi sucdarê îstîsmarê re bizewicînin dê sucdar neyên cezakirin û wiha gotin: "Divê efûya îstîsmara zarokan ji rojeva welat bê derxistin. Lê li gel vê yekê ev belgeya efûyê dîsa li ser medya civakî digere. Ev yek wîcdanê civakê diêşîne. Ev belge li dijî zagona parastina zarokan e. Em wekî baro, em bi aliyê xwe yên hiqûqî û mafê mirovan varek din dibêjin efûya îstîsmara zarokan nabe."    Baroyên ku îmze avêtin bin daxuyaniya hevpar wiha ne:    Serokên baroyên; Edene, Semsûr, Amasya, Enqere, Antalya, Artvîn, Aydin, Balikesir, Êlih, Bilecik, Bêdlis, Bolu, Burdur, Bursa, Çanakkale, Denizlî, Duzce, Edirne, Erzîngan, Eskişehir, Dîlok, Giresun, Colemêrg, Hatay, Isparta, Stenbol, Îzmir, Kirıkkale, Kirklarelî, Kocaelî, Kutahya, Meletî, Manisa, Mêrsîn, Mugla, Mûş, Nîgde, Ordu, Sêrt, Şirnex, Tekîrdag, Trabzon, Dersîm, Uşak, Wan, Yalova. daxuyanî îmze kirin.