Covît-19, du bijîşkên din kuşt 2020-04-19 18:19:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Virûsa Corona (Covît-19) li Stenbolê 2 bijişkên din kuşt. Dr. Yavuz Kalayci li Stenbolê û Dr Cemal Ozkan li Denîzliyê ji ber vîrûsa Covît-19 jiyana xwe ji dest dan.    Vîrûsa corona (Covît-19) her roj li tevahiya cîhanê u Tirkiyeyê bi hezaran mirov dikuje. Li Tirkiyeyê 2 bijîşkên din ji ber vîrûsa corona mirin. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Acipayam a Denîzliyê Urolog Opr. Dr. Cemal Ozkan (74) ji ber şewba vîrûsa corona jiyana xwe ji dest da. Li Stenbolê jî Hekîmê Malbatê û endamê Odeya Tabîban a Stenbolê Dr. Yavuz Kalayci bi vîrûsa corona jiyana xwe ji dest da.