MED TUHAD-FED: Meclîsê erka xwe pêk neanî 2020-04-19 18:44:45   AMED - MED TUHAD-FED'ê diyar kir ku wan kampanya îmzeyan a bi tevlêbûna 65 rêxistinan ji bo zagona înfazê li gorî rêgeza edalet, wekheviye pêk bê dabû destpêkirin bi dawi kirin û got: “Wezareta Dadê û Meclîsê erka xwe ya ji bo girtiyan pêk neanî."    Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqê ya Malbatên Girtiyan a Med Mezopotamya (MED TUHAD-FED), daxuyanî da û diyar kir ku wan kampanya îmzeyan a bi tevlêbûna 65 rêxistinan ji bo zagona înfazê li gorî edalet û wekheviyê pêk bê dabûn destpêkirin bi dawî kirine. MED TUHAD-FED'ê daxuyaniya nivîskî da û anî ziman ku li gelek welatên cîhanê ji ber vîrûsa corona ji bo girtiyan tedbîr girtin û girtî serbest berdan, lê hikûmetê li meclisê bi guhertina zagona înfazê destûra bingehîn tiştek nehesiband û yek alî gav avêt. Em kesên kampanyayê dimeşînin û saziyên hiqûqê yên piştgiriyê didin kampanyayê, diyar dikin ku heta Dadgeha Destûra Bingehîn emê ji bo rastkirina zagonê têkoşîna xwe ya hiqûqî berdewam bikin. Em ê li dijî hemû helwesta îqtîdarê ya li dervê hiqûqê têkoşîna xwe ya hiqûqî berdewam bikin. Li vir Meclisê û Wezareta Dadê erka xwe pêk neaîn. Em diyar dikin ku mafê jiyanê pîroz e. Bila baş bê zanîn ku heta bêhiqûqî hebe têkoşîna me ya ji bo hiqûqê û ya demokratîk jî dê bidome."