Ji bo îzolasyoana civakî ‘qedexe’ pêşniyar kir 2020-04-20 09:00:31   MELETÎ – Hevseroka Şaxa SES’ê ya Meletiyê Sakîne Dogan diyar kir ku hêj kêmasiyên ekîpmanê hene û heke pêdiviyên welatiyan werin dabînkirin ji bo îzolasyona fizîkî qedexeya derketina derve mimkin e.   Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) a Şaxa Meletiyê Sakîne Dogan daneyên têkildarî vîrûsa koronayê ya li Tirkiyê bi lez û bez belav dibe parve kir û bal kişand ser bêtevdîrên li dijî şewbê. Dogan diyar kir ku li Meletiyê nêzî 170 weqayên şewba koronayê hene û her roja ku diçe ev hejmar zêde dibe û ji ber şewbê jî heta niha 6 kesan jiyana xwe ji dest daye.    MOBÎNG TÊ SEPANDIN   Dogan da zanîn ku Nexweşxaneya Dewletê ji bo pandemiyê tê bikaranîn û li hin nexweşxaneyên din jî yekîneyên wan ji bo pandemiyê hatiye veqetandin û ew bi fikar in ku hejmara weqayan zêde bibe û gelek kedkarên tenduristiyê ku bi nexweşînê ketibin. Dogan anî ziman ku têkildarî weqayên li bajêr saziyên pê re peywîndarin tu agahî bi wan re parve nakin û ji bo agahî bi xebatkarên tenduristiyê re neyê parvekirin zext û mobîng li ser wan tê sepandin. Dogan got xebatkarên tenduristiyê bi gefên wek “Em ê cihê we biguherînin. Lêpirsînê bidin destpAêkirin. Em ceza bidin we” re rû bi rû mane.    EKÎPMAN KÊM IN    Dogn destnîşan kir ku hêj kêmasiya ekîpmanan li nexweşxaneyên Meletiyê heye û got: “Maskeyan bi îzmekirinê didin xebatkaran. Li Navendên Tenduristiya Malbatan hêj pirsgirêkên ekipmanan heye. Li welatek ku kêmasiya ekîpmanan hebe, çima ekîpmanan dişînin welatek din gelo?”   TEST KÊM IN    Dogan diyar kir ku testên koronayê yên xebatkarên tenduristiyê nayên kirin û got: “Ji bo xebatkaran xwedîkirin, bêhnvedanek baş nîne. Şertên wan ne baş in. Divê ji 5 rojan carek testa xebatkaran were kirin lê li gel vê yekê jî nayê kirin. Bi awayek têrkirî testa xebatkaran nayê kirin. Ji bo têkoşîn û tevdîrên li dijî vê şewbê em di her warî de dereng man.”    'ÎZOLASYON BI QEDEXEYÊ MIMKIN E’    Dogan herî dawî bal kişand ser tevdîrên ji bo nexweşînê û got: “Her kêlî behsa îzolasyona civakê tê kirin. Başe em ê vê çawa pek bînin. Ji bo extiyar û kesên dibin 20 salî re dibêjin ji mal dernekevin. Lê di heman malê de xebatkar hene û diçin kar û tên. Başe, wê çi bibe ji van însanan? Di encamê de ew xebatkar ji cihek din û ji derve tê malê. Ji ber vê yekê heke îzolasyona civakî bibe jî pêwîste qedexeya derketina derve mimkin e. Divê mûçeyê xebatkaran bidin wan. Dibêjin maskeyan bikar bînin. Başe wê maskeyan ji ku peyda bikin. Hêj pirsgirêka masekeyan li welat heye.”