‘Em ê li dijî trajediya civakî piştevaniyê birêxistin bikin’ 2020-04-20 09:01:38   STENBOL – Platforma Tenduristiyê Ya Ji Bo Hemû Xebatkaran got polîtîkaya têkoşîna îqtîdarê ya li dijî şewbê têr nake û ji bo şewb rê li ber trajediyek civakî veneke divê torên piştevaniyê werin birêxistinkirin.    Platforma Tenduristiyê Ya Ji Bo Hemû Xebatkaran ku beşdariya rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî di vê pêvajoya şewba vîrûsa koronayê de hat avakirin û ji bo bale bikişîne ser rewşa bi rîsk a li bajarên wek Stenbol, Îzmîr û Enqereyê xebatên xwe birêve dibe.    Ji rêveberên Platformê Denîz Bakir bal kişand ser armanca sazkirina Platformê û her kesê xwedî hestiyar dikare di platformê de cih bigire.    ‘LI STENBOLÊ 4 MILYON ÎNSAN NEÇAR IN BIXEBITIN’    Bakir da zanîn ku li Tirkiyê yên ku banga “li malê bimînin” dikin li aliyê din jî dibêjin “bila çerx bizivirin” û bera karkeran didin mirinê û got: “Tenê li Stenbolê 4 milyon karker diçin kar û tên. Neçar biçin kar. Dema rewş ev be, wê nexweşîn jî hemû civakê bixe bin gefa xwe. Me jî got ev rewş wisa nabe û birêve naçe û li dijî polîtîkaya îqtîdarê ya li dijî koronayê ketin tevgerê û me xwe saz kir.”   Bakir anî ziman ku dema wan xwe saz kiriye raporek daxwazên ji 12 xalan pêk tê bi raya giştî re parve kirine û wiha got: “Me xwest di her warî de alîkarî û piştevanî were kirin û tevdîr werin girtin. Her wiha em ji destpêkê ve dixwazin pêvajo zelal were birêvebirin.”    ‘DIBE KU RÊ LI BER TRAJEDIYÊ VEKE’    Bakir destnîşan kir ku Platforma wan li dijî pirsgirêkên têkoşîna bi şewbê re rêxistinkirinê kiriye armanca xwe û got: “Dengê karker û kedkaran bi komî derketin girîng e. Em dixwazin vî dengî birêxistin bikin. Xebatên me li Stenbolê zêde hene. Em ê rojên îna li kolanan daxwazên xwe bi çalakiyan bînin ziman. Em ê li taxan bi çalakiyên deng derxistinê yên cuda pêk bînin. Em ê di rojên pêş me de dest bi rêxistinkirina 1’ê Gulanê bikin û daxwazên têkoşîna li dijî şewbê bînin ziman. Bi rastî jî însan gelek di tengasiyê de ne. Ji bo ku şewb rê li ber trajediyek civakî veneke em ê torên piştevaniya birêxistin bikin. Her ku pêvajoya şewbê kûr bibe wê bi milyonan însanan bixe bin tesîra xwe. Divê em li dijî talûkeyan hişyar bin. Ji bo rîsk ji holê rabin û çareserî pêk were divê îqtîdar polîtîkaya xwe li dijî şewbê biguherîne.”   MA / Semra Tûran