Komîsyona OHAL'ê karê wî dayê, lê şaredariya AKP'ê karê wî nedayê 2020-04-20 09:04:00   ENQERE - Midûrê Têkiliyên Gel ên Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Erol Coşkun ku di serdema OHAL'ê de bi KHK'ê ji kar hat dûrxistin, piştre Komîsyona OHAL'ê karê wî paşve dayê, lê şaredariya AKP'ê bi hinceta "Tu bi daxwaza xwe teqawît bûye" karê wî paşve nedayê. Coşkun, li dadgehê îtîraz kir.    Midûrê Têkiliyên Gel û Çapemeniyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Erol Coşkun ê 57 salî, di serdema OHAL'ê de bi KHK'ê ji kar hat îxrackirin. Coşkun, piştre serî li Komîsyona OHAL'ê da û Komîsyonê karê wî paşve dayê. Coşkun ku piştî komîsyonê karê wî paşve dayê, dîsa serî li Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê da û xwest karê xwe berdewam bike. Lê şaredariyê bi hinceta "Tu bi daxwaza xwe teqawît bûye" karê wî paşve nedayê. Coşkun, li dadgehê îtîraz kir. Coşkun, dema li şaredaiyê kar dikir Komeleya Perwerdehî û Çandê ya Nasrettîn Hoca ya di sala 2012'a de hatibû avakirin di 23'ê Tîrmeha 2016’an de bi KHK'ê hat girtin. Coşkun jî ji ber der barê wî de lêpirsînek vebûbû di 28'ê Tîrmeha 2016’an de ji kar hat dûrxistin. Piştî komele hat girtin Coşkun serî li Midûriyeta Bajar a Komeleyên Enqereyê da û xwest komele ji nûve bê vekirin. Li ser îtîraza Coşkun komele di 26ê Nîsana 2017’an de jive hat vekirin. Coşkun di 14'ê Tîrmeha 2017'an de jî bi hinceta endamê komeleyê ye hat îxarckirin. Li zer vê yekê Coşkun serî li Komîsyona OHAL'ê da û xwest dîsa li karê xwe vegere. Komîsyonê di 31'ê Çileya 2019’an de biryar da ku disa li kar vegere. Coşkun, ji bo dîsa li karê xwe vegere serî li Şaredariyê da. Lê Serokê Şaredariya Enqereyê yê AKP’î Mustafa Tuna li gel biryara Komîsyona OHAL'ê serlêdana kar qebûl nekir. Coşkun, anî ziman ku ji ber pirsgirên aborî serî li Saziya Ewlehiya Civakî (SGK) da û xwest teqawît bibe. Coşkun, da zanîn ku li ser vê yekê meaşê teqawîtbûnê danê. Coşkun, anî ziman ku li gel Komîsyona OHAL'ê karê wî dayê, şaredariya AKP'ê dîsa karê wî neda wî.    SERÎ LI DADGEHÊ DA LÊ...    Coşkun, diyar kir ku li dijî biryara Şaredarê serî li 16'emîn Dadgeha Îdarî ya Enqereyê da û wiha got: "Lê dadgehê di 6'ê Adara 2019’an de biryar da û diyar kir ku biryara girtina kar ya rayedarên şaredariyê ye û serlêdana min red kirin. Bi taybetî şaredariyên AKP'ê kesên bi KHK'ê hatin îxrackirin dîsa naxin kar. Şaredariyên AKP'ê ne wekî saziyên cemaweriyê, wekî Rêxistinên Bajar û Navçeyan ên AKP'ê kar dikin."   Coşkun, anî ziman ku bi rêya parêzer serî li Dadgeha Edliyeya Herêmî daye û biryar îtîraz kir."    MA / Diren Yurtsever