Serokê şaredariya CHP’î û hevjîna xwe rastî êrîşa çekdarî hatin 2020-04-20 09:21:56   NAVENDA NÛÇEYAN – Serokê Şaredariya Yeşîlova ya Bûrdûrê yê CHP’î Mumtaz Şenel (68) û hevjîna xwe Fatma Şenel (64) rastî êrişa çekdarî hatin.   Serokê Şaredariya Navçeya Yeşîlova ya Bûrdûrê yê CHP’î Mumtaz Şenel (68) û hevjîna xwe Fatma Şenel (64) li ber mala xwe rastî êrîşa çekdarî hat. Hat zanîn ku saet li derdora 04.30’an hin kesên nasnameya wan nediyar li deriyê Şenel dan. Kêliya derî vebû êrişkaran bi demançê güle berdan Mumtaz Şenel û Fatma Şenel.   Gule li mil û lingê Serok Şenel ketin û hevjîna wî jî ji lingê xwe birîndar bû. Êrişkar piştî bûyerê reviyan. Li ser gilîkirinê polîs, cendirme û ekîbên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û Şenel û hevjîna wî rakirin nexweşxaneyê. Hat zanîn ku Mumtaz Şenel hildane emeliyatê.   Lêpirsîna têkildarî bûyerê didome.