Kedkarên hunerê bê kar man 2020-04-20 09:45:48 ENQERE – Seroka Giştî yê Kultur Sanat Sen’ê Hulya Eryetlî, diyar kir ku gelek kedkarên hunerê ku ji saziyên girêdayî dewletê re bê ewle dixebitin, bê kar mane. Bi vîrûsa koronayê (Kovid-19) re gelek bernameyê hunerê betal bûne û gelek kedkarên hunerê ku ji saziyên girêdayî dewletê re bê ewle dixebitin, bê kar mane. Seroka Giştî ya Sendîkaya Kedkarên Çand, Huner û Turîzmê (Kultur Sanat Sen) Hulya Eryetlî, diyar kir ku nêzî 300 kedkarên hunerê yên Şanoyên Dewletê, Bale û Opereya Dewletê û Hunerên Ciwan ku di meha çileyê de peyman îmze kirine û li benda darbasbûna qadroyê bûne, bê kar mane.   WEZARETÊ BERGIRÎ NEGIRT   Eryetlî, kedkarên hunerê ku bi ewle bi yewmiye xebitîne jî bê kar mane û wiha got: “Vîrûsa koronaye jî ji bo kedkarên hunerê bû darbeya duyemîn. Beşeke mezin a kedkarên ku di meha çileyê de peymana wan nehatiye nûkirin û bê kar mane, serî li darazê dane. Emcamên xebata bêtemînat, bi awayekî bi êş derketine holê. Di demên wiha de piştevanî bi me dikeve. KESK û sendikaya me ji bo vê yekê di nav hewldanan de ne. Em daxwaz dikin ku sendîkayên din jî bê cudahî bi hemû beşên civakê re di nav piştevaniyê de bin.”   ‘EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN’   Di berdewama axaftina xwe de Eryetlî, destnîşan kir ku li dijî derxistina ji kar li ser medya civakî kampanya dane destpêkirin û ev tişt anî ziman: “Me xwest em ji bo bihîstina dengê xwe û sekinandina şaşiyê bibin dengê hevalên xwe. Ev tenê encameke rêveberiya ne serkeftî ya karên hunerê ye. Pirsgirêka herî mezin tunebûna saziyên hunerê ye ku em demeke dirêj e têkoşîna wan didin. Em li dijî vê bêdeng nemînin û têkoşîna xwe bi mezinkirinê bidomînin.”   ‘BI RÛMEA MIROV NELÎZIN’   Di dawiya axaftina xwe de Eryetlî, ev bang kir: “Ji bo ku xesarê mezin li saziyên hunerê nekevin û di vê şaşiyê de paşde gav bê avêtin bang dikim; bi rûmeta bi dehan mirovên ku we wan ji kar avêtine nelîzin.”