Êrîşkar hatin berdan 2020-04-20 13:18:49 QERS - 3 kesên êrîşî şaredariya Qersê kirin û gef li personelên ewlehiyê xwarin, piştî hatin binçavkirin dîsa serbest hatin berdan. 3 kesên hatin berdan di îfadeyê de gotin "Piyê me li masê ket û mase şikest"   3 kesan bi navê Zafer Bakirhan, Ferdî Eyan û Yasin Arslan di 18'ê Nîsanê de êrîşî avahiya Şaredariya Qersê kirin. 3 êrîşkaran maseyek ofîsa şaredariyê şikandin û gef li personelê ewlehiya şaredariyê xwarin. 3 kesên ku piştî êrîş kirin û hatin binçavkirin, piştî îfadeya wan hat girtin bi fermana dozger serbest hatin berdan. Ji 3 kesên ku bi sucdariya "Zerar dan malê dewletê " hatin binçavkirin, Zafer Bakırhan di îfadeya li Midûriyeta Polîsan a Qersê de got "Ez û hevalên xwe Ferdi Eyan û Yasin Arslan di saetên êvarî de çûn Mor Cafe ya Şaredariyê. Min ji personelê ewlehiya Şaredariyê pirsa 'Ayhan Bilgen li wir e ya na' pirsî. Piştî gotin Bîlgen ne li vir e, ez û hevalên xwe çûn avahiya Şaredar a Qersê. Min di ketina avahiyê de nûmara şaredar Ayhan Bîlgen ji personelê ewlehiyê xwest. Wî jî got 'Numare li cem min tune' û niha ne li vir e. Dema em derketin derve piyê min li maseya personelê ewlekariyê ket û mase şikest. Piştre ez û 3 hevalên xwe ji şaredariyê veqetiyan."   SERLÊDANA SÛC BÊ ENCAM MA   Hevşaredara Qersê Şevin Alaca, diyar kiribû ku ev êrîşkar wan dişopînin û berê jî der barê van êrîşkaran de serlêdana sûc kiribûn, lê serlêdana sûc bê encam mabû.