Li Îzmîrê 357 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin 2020-04-20 14:16:17   ÎZMÎR - Odeya Bijîşkan a Îzmîrê, ragihand ku testa 357 xebatkarên tenduristiyê ya vîrûsa koronayê pozîtîf derketiye.   Odeya Bijîşkan a Îzmîrê, hejmara xebatkarên tenduristiyê yên li bajêr bi Kovîd-19 ketine nû kir. Odeya Bijîşkan a Îzmîrê, li ser medya xwe ya civakî daxuyaniya agahiyê da û got: "34 asîstan, 124 bijîşk, 108 hemşîre, 55 karmend, 14 Sekreterên Tibbî, 16 teknîsyen, 28 karmend, 5 eczaci, 2 derûnas, 3 erkdarên ewlekariyê, 1 ajokar, 1 endezyar bi giştî 357 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketine."