Li Licê 4 welatî hatin girtin 2020-04-20 14:22:06   AMED - Çar welatiyên ku piştî operasyona eskerî hatibûn binçav kirin hatin girtin. Kesên girtî sê ji heman malbatê ne.   Di operasyona eskerî ya ku Fermandariya Cendermeyan a Amedê 14’ê Nîsanê de li Licê dayî dest pê kirin 4 welatî di serdegirtina malan de hatibûn binçav kirin. Welatiyên ku derxistin dadgehê hatin girtin.   Fermandariya Cendermeyan a Amedê di 14’ê Nîsanê de li Gundê Xirabê û mezraya Spênî ya Licê, Gûndê Çemê Elîka yê di navberê navçeya Hênê û Licê de û Gûndê Şelê ya navçeya Hênê operasyoneke eskerî ya berfireh dabûn dest pê kirin. Di operasyonê de xizmê Ceylan Onkol a di sala 2009’an de bi hewana eskeran avêtî jiyana xwe ji dest dayî, Ferhat Onkol û ji Gundê Çemê Elîka jî ji heman malbatê Dîlber Oyûnlû ya 48 salî, keça wê Tûba ya 30 salî û kurê wê Harûn Oyûnlû yê 18 salî hati bûn binçav kirin.   ÇAR WELATÎ HATIN GIRTIN   Welatiyên ku hatibûn binçav kirin Serdozgeriya Komarê ya Licê duh şev îfadeyan wan girtin. Piştî ku îfadeyên wan hatin girtin bi daxwaza girtinê şandin Dadgeha Ceza ya Sulh a Licê. Dadgehê jî Ferhat Onkol, Dîlber, Tûba û Harûn Oyûnlû bi îdîaya “endamtiya rêxistinê û ji rêxistinê re alîkarî kirinê” girtin.