Rêzbûna li ber PTT’an didome 2020-04-20 14:23:52   AMED – Hatibû ragihandin ku alîkariya hezar TL’yî ku ji kesên ewlehiya wan a civakî tuneye re tê dayîn, dê li malê wan bê teslîmkirin. Derket holê ku ev pêk nayê û ji ber girtina vê alîkariyê rêzbûna li ber dere PTT’an berdewam dike.   Hikûmetê, di çarçoveya Bernameya Pakêta Piştgiriya Îstîkrara Aboriyê ya li dijî vîrûsa koronayê de ragihandibû ku dê heta 3 mehan hezar TL alîkarî bide kesên ku ewlehiya wan a civakî tuneye. Dîmênên dayîna vê alîkariyê ku dertên holê rastî bertekan tên. Li gel ku ji aliyê 3 wezaretan ve hatibû ragihandin ku dê ev alîkariya li malan teslîmê kesan bê kirin jî ev yek pêk nayê û ji ber vê yekê li ber derê PTT’an rêzbûn çêdibe.   BI SED METREYAN LI PEY HEV RÊZ BÛN   Ji ber ku pere li şûna malan li PTT’an tê dayîn, li ber derê Şaxa PTT’ê ya navçeya Rezan a Amedê ya li ser kolana Nukhet Coşkunê bi sed metreyan mirov ji bo girtina vê alîkariyê li pey hev rêz bûn. Mirov heta nav kuçeyan jî li pey hev rêz bûn. Ji ber ku di rêzê de mesafeya fizîkî pêk nayê, dîmenên ku dertên holê rastî bertekan tên.   RÊZA GOŞTÊ ERZAN   Li aliyê din li ber derê Saziya Goşt û Şîr a Amedê jî mirov li pey hev rêz bûn. Ji ber ku li vir goşt bi QASÎ 8-10 hezar TLyî ji cem qesaban erzantir e, mirov li vir li hev rêz bûn û heta nav kuçeyan jî ev rêz dirêj bû. Gelek kes jî ji ber ku tenê 2 ton goşt hat firotin, bêyî ku dor bigihîje wan goşt qediya û destvala vegeriyan malên xwe.