Pirsa 3 hezar û 474 kedkarên tenduristiyê ku bi vîrûsê ketine ji wezîr kir 2020-04-23 13:36:33   AMED – Parlamentera HDP’ê Semra Guzel, pirsa 3 hezar û 474 kedkarên tenduristiyê ku bi vîrûsê ketine ji Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca kir.   Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel, têkildarî pirsgirêkên kedkarên tenduristiyê, bi daxwaza ku Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca bi bersivîne, pêşnûmepiprsekî dan Serokatiya Meclisê. Guzel, di pêşnûmepirsa xwe de cih da rapora Yekitiye Bijîjkên Tirk (TTB) a vîrûsa koronayê û diyar kir ku li gorî raporê 14 jê bijîjk bi giştî 24 kedkarên tenduristiyê ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dane. Di pêşnûme pirsa xwe de Guzel, daneyên kedkarên tenduristiyê ku li gorî raporê bi vîrûsa koronayê jî ketine û ragihand ku li gorî raporê 3 hezar û 474 kedkarên tenduristiyê bi vîrûsa koronayê ketine û ev pirs ji Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca kir:   "*Çima bi tu awayî têkilî bi rêxistinên tenduristiyê re nayê dayîn û têkildarî têkoşîna li dijî vîrûsê tu agahî ji wan re nayê ragihandin? * Li gorî rapora TTB’ê ya 20 rojan ku xwe negihandin daneyên gelek bajaran jî 3 hezar û 474 kedkarên tenduristiyê enfekte bûne û 24 kedkarên tenduristiyê jî jiyana xwe ji dest dane. Li gorî van agahiyan tevdîrên we yên ji bo kedkarên tenduristiyê kêm in. Hûn ê vê yekê li ber çav bigirin û bergiriyan zêde bikin? * Bi taybetî li bajarên mîna Stennbol, Îzmîr, Enqere, Eskîşehîr, Edene ku herî zêde bijîjk li wan enfekte bûne, ji bo parastina kedkarên tenduristiyê çi bergirî hatine girtin? * Çima kêmasiyên li her 5 bajarên ku herî zêde bijîjk li wan enfekte bûne nehatine derbaskirin û bijîjk, di şertên zor û bê parastin de dixebitin? * Ji 11’ê adarê ku li Tirkiyeyê vîrûsa koronayê dest pê kiriye ve çend bijîjk enfekte bûne? Belavbûna pîşeyî û bajaran a van kedkarên tenduristiyê bi çi rengî ye?”