Ji ÎHD’ê bang. Komkujiya Ermeniyan nas bikin û tazmînatê bide 2020-04-23 14:41:02   STENBOL - Komîsyona li Dijî Cudakarî û Nijadperestiye ya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê diyar kir ku kesên 105 sal berê di komkujiya Ermeniyan de jiyana xwe ji dest dane hêj êşek mezin dijîn. ÎHD'ê bang li îqtîdarê kir û got: “Daxwaza me nehatiye guhertin: Nas bike, efoyê bixwaze û tazminatê bide."    Komîsyona li Dijî Cudakarî û Nijadperestiye ya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, bi minasebeta 24'ê Nîsanê 105'emîn salvegera Komkujiya Ermeniyan daxuyaniyî da. Komîsyona  ÎHD'ê diyar kir ku 105 sal berê di komkujiya Ermeniyan de jiyana xwe ji dest dane hêj êşek mezin dijîn. ÎHD'ê bi ser navê “Daxwaza me nehatiye guhertin: Nas bike, efoyê bixwaze û tazminatê bide" daxuyanî da û wiha got: "24'ê Nîsanê dîroka sembolîk a komkujiya li dijî Ermenî, Suryanî û Romên Anatoliyê hatiye kirin e. Li Stenbolê Ermeniyên di aliyê fikrî, hunerî û entelektueliyê de pêşkêşî dikirin û hin ermeniyên din ji malên wan kom kirin û şandin rêwîtiya mirinê. Îro 24'ê Nîsana 1915'an e. Kesên wê rojê hatin qetilkirin wiha ne:      “* Armen Doryan – Mezûnê Sorbonne û Helbestkar bû. 23 salî bû.     * Yervant Çavuşyan – Mamosteyê zaningehê, nivîskar û rojnameger bû.    * Rupen Zartaryan – Helbestvan, nivîskar mamoste û wergerê bû.    * Diran Kelekyan – Li Dibistana Mekteb-i Mülkiye mamosteyê dîrokê bû. Nivîskar, weşanger û wergêr bû. Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Sabah a Tirkî bû.    * Yervant Sırmakeşhanlıyan (Yeruhan) - Hîndekar, wergêr û Rojnameger bû   * Rupen Sevag Çilingiryan – Yek ji helbestkarê pêşengê wêjeya Ermeniyan bû.    * Nazaret Dagarvaryan - Endezyarê çandineyê, bijîşk, dîroknas û zimanzan bû. Memûsê Sêwasê bû.    * Levon L. Kirişçiyan  – Helbestkar, wergêr û nivîskar bû. Mamosteyê zanîngehê bû.    * Taniyel Varujan – Hîndekar û nûnerê helbestkariya Ermeniyan yê navdar bû.    * Siamanto (Atom Yercanyan) – Nûnerê helbesta lîrîk ê wêjeya Ermenî bû. Li Sorbonne Felsefe xwendibû.    * Gomidas – Oldar bû. Di heman demê de yekem kesê ku stranên Kurdî, Tirkî û Ermenî derbasî noteyê kiribû.    * Krikor Zohrab – Di rojên piştî 24'ê nîsanê de hat girtin. Yek ji rewşenbirê Osmanî bû. Parlamsenter û nivîskar bû. Hiquqnas û helbestvan bû.    DIVÊ EDALET CIHÊ XWE BIBÎNE    ÎHD'ê anî ziman ku ji komkujiyê û înkara komkujiyê heta niha li Tirkiyeyê xwîn, hêsir êş û xemgînî bi dawî nebûye wiha bi dawî kir: "“Ji ber ku sûc nehat cezakirin. Bi sûcên nû berdewam kir. Kesên sûc kirin bê ceza hatin hiştin. Ji ber ku edaletê cihê xwe negirt. Kesen di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan hêj êşê dijîn. Me her tim got em dîsa dibêjin. Divê komkujî bê naskirin. Divê ji Ermenî, Suryanî û Rûmenên li çar aliyê cîhanê hatine belavkirin lêborîn ji wan bê xwestin û efo ji wan bê xwestin. Divê ji bo mal û milkên wan ên hatine desteserkirin tazmînat bê dayîn."