Dayîkên Başûr: Rê li pê şerê birakujiyê bigirin 2020-04-23 15:31:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Dayîkên li Başûrê Kurdistanê, fikarên xwe yên der barê rageşiya  li Zînî Wertê anîn ziman û banga yekgirtin kirin. Dayikan xwest rê li pêş şerê birakujiyê bigirin û hêzên başûr destûr nedin Tirkiye axa Başûr dagir bike.   Dayîkên ji Başûrê Kurdistanê têkildarê bombebaranên TSK'ê li ser xaka Başûrê Kurdistanê, şandina hêza pêşmerge ji aliyê PDK’ê ve ji bo devera Zînî Wertê û metirsiya rûdana şerê birakujî, ji Ajansa Nûçeyan Rojnews’ê re axivîn.  Mîna Ehmed: Rexneya min a li ser aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê ewe ku ne xwedî helwestek yekgirtî ne. Pêwîste em rabirdûya xwe li bîra xwe bînin. Hîn li bîra min de ye ji beriya raperîna Başûr dijmin dihat heqaretê li me tevan dikir. Ez banga yekgirtinê li hêzên Kurdî dikim, ez gelek xemgîn û dilgiran dibim li her cihek û çiyayek Kurdek were kuştin. Em dayîk jî naxwazin cigera me bişewite, em serkeftin û aşitiyê ji bo her çar parçên Kurdistanê dixwazin. Ger em yekgirtî bin, dijmin nikare tiştek bi me bike.   'TIRKIYE DIXWAZE HEWLER KERKUK Û ŞENGALÊ DAGIR BIKE'    Zuhre Kerîm: Hikûmeta Tirkiye li dijî hemû gelê Kurde, dixwaze Hewlêr, Kerkûk, Şengal û cihên din dagirbike û bi ser nexeşeya Tirkiye ve berde. Ji bona wê divê em li dijî kuştin, bombekirin û hebûna dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê bin. Lê mixabin em ne yekin, ger em yekgirtîban û me pişta hev girtiba, wê kesê nekarîba xwîna me birijandiba. Ger gerîla ne li çiyayên Kurdistanê bûya, wê çeteyên DAIŞ’ê çiyayên Kurdistanê jî bigirtiba. Di vê çarçoveyê de daxwaza min ewe ku şerê birakujî  çênebe û xwîna ti Kurdek neyê rijandin.   'RÊ LI PÊŞ ŞERÊ BIRAKUJIYÊ BIGIRIN'   Bêrîvan Mihemed: Wek dayîkek xwesteka min a destpêkê pêşîgirtina şerê birakujiye. Ji berku dewleta Tirk dixwaze bi van pilanan derb li gerîla û gelê Kurd bixe. Bila dijmin baş bizane hingî ji me werin kuştin em hîn zêdetir bi doza xwe ve tên girêdan û îradeya me xûrtir dibe. Ji bona vê bang li aliyên siyasî yên Kurd dikim rê nedin dewleta Tirk çiyayên Başûrê Kurdistanê bombebaran bike, bila destûr nedin rojane balafirên dewleta Tirk bi ser bajar û navçeyên Herêma Kurdistanê de bigerin, gel, gerîla û pêşmerge şehîd bixin.