ROJEVA 24'Ê NÎSANA 2020'AN 2020-04-24 09:00:22   * Endamê Înîsiyatîfa Agahîya Te Heye ku ji bo rojnamegerên girtî kampanya nameyan dabû destpêkirin Tîmûr Soykan, bi van gotinan “Wan ji bo me û civakê rastiyan nivîsand. Em jî niha ji bo xwe li penûsê bipêçînin” vexwend piştevaniyê.   * Malbatên girtiyan têkildarî îhlalên girtîgehan diyar kirin ku li dijî rîska nexweşiya covîd-19’ê tedbîr nayên girtin wiha gotin: “Girtiyên nexweş nikarin tedawî bibin û xwarinê jî şûna sê dana danekê didin girtiyan.   * Serokê Giştî yê Sendîkaya Dev Yapi-Îş'ê Ozgur Karabûlût, anî ziman ku hin fîrmayên înşeatê ligel biryara qedexeya derketina derve bi hin destûrên taybet karkeran didin şixulandin û bertek nîşanî vê rewşê d: "Berjewendiyên patronan di ser her tştî re ye."    * Parlementerê CHP'î Ozgur Karabat, bertek nîşanî astengkirina kampanyayên alîkariyê yên şaredariyê dan û vê helwestê wekî "rûdaneke din a feraseta qeyûmkerî ya AKP'ê" û Parlementera HDP'î Huda Kayan jî got, îqtidar bi "hîsteriya tolgirtinê" tev digere.    * Penaber Nadîr Racî, her roj diçe navenda diyalîzê, lê belê du hefteye bi heman maskeyê diçe û tê. Malbata Racî, got: "Dev ji maskeyê berdin nan jî bi dest me nakeve."    * Nûrettîn Tûrgût ku li ser bangawaziya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di sala 2009'an de ji bo "çareseriyeke aşitî û demokratîk" ji Mexmûrê hat, ji bo êrîşên li ser Mexmûrê got, li dijî yekîtiya neteweyî û hebûna gelê kurd in. Tûrgût, got: "Kes nikare van êrîşan rewa bike û nîşan bide."    * Seroka Navenda Mafên Jina ya Baroya Mêrsînê Şîrîn Guner, anî ziman ku qanûna înfazê ya nû di cinayetên jinan de ji bo kiryaran "efûyeke sergirtî" di xwe de dihewîne û got, divê mekanîzmayên ku jinan diparêzin têkevin dewrê.    * Parazvanên xwezayê ku li dijî talankirina Çiyayên Kazê 274 roj in "Nobeta Av û Jiyanê" digirin, bertek nîşanî astengkirina nobetê dan ku ji ber şewba coronayê tê astengkirin. Parazvanên xwezayê destnîşan kirin ku "Heya ew neçin em ê li vira bin" û gotin, wê nobeta wan dewam bike.    * Ji ermenên Derikê Zekerya Sabûncû behsa Qirkirina Ermenan a 105 sal berê pêk hat kir û got: “Jixwe em nikarin tiştên qewimîn paş de bînin, lê qet nebe pêwîste bi qirkirinê hevrûbûn pêk were.”   * Hevseroka HDP’ê ya Îzmîrê Besriye Tekgur, diyar kir ku di çarçoveya Kampanya Malbatî ya Xwişk û Bira de xwe gihandin 400 malbatan û got: “Herî zêde jin û xebatkarên rojkî ji vê pêvajoya pandemînêd bi bandor dibin.”