‘Rojê carekê xwarinê didin girtiyan' 2020-04-24 09:05:30   AMED - Malbatên girtiyan diyar kirin ku zextên li ser girtiyan zêde bûne û li dijî talûkeya şewba Covîd-19’ê tedbîr nayên girtin. Malbatan anîn ziman ku girtiyên nexweş nikarin tedawî bibin û gotin: "Rojê carekê xwarinê didin girtiyan. Li şûna sê dahnan tenê dahnekê xwarinê didin girtiyan. "    Kesên li Tirkiyeyê bi şewba vîrûsa coronayê (Covît-19) ketin 101 hezar derbas kir. Hêjmara miriyan jî gihişt nêzî 2500'î. Vîrûs li Tirkiyeyê her ku diçe belav dibe û dibe sedema mirinê. Li gel ve yekê jî li girtîgehan tedbîrên pêwîst nayên girtin. Malbatên girtiyên siyasî, ji ber vê rewşê ji bo zarokên xwe di nav fikaran de ne û dixwazin rojek berî rojekê werin berdan.   DAYIKA 60 SALÎ JI ENDAMTIYA RÊXISTINÊ 5 MEHIN GIRTÎ YE   Durrî Kaygusuz a 60 salî ji “endamtiya rêxistinê” pênc mehe girtiye û li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê dimîne. Nexweşiyên wê yên kronîk weke şekir û astimê hene. Divê ji çavên xwe jî emeliyat bibe lê ji ber nexweşiya vîrusa coronayê (covid-19) nabin nexweşxaneyê û nikare emeliyat bibe. Lawê Durrî, Şaban Kaygusuz jî di 17’ê Tebaxa 2018’an de bi birîndarî hat girtin û niha dest û lingên xwe yên rastê winda kirine. Şaban, bi alîkariya hevalên xwe pêwistiyên xwe pêk tîne.    'DAYIKA MIN A 60 SALİ DÎL GIRTINE'    Muhammed Kaygusuz ê ku dayik û birayê wî girtî der barê binpêkirina mafên girtîgehan de diyar kir ku bi telefonê bi dayik û birayê xwe re axivî û got: “Dayika min pênc mehe li Girtîgeha Sêrtê bi awayekî bê hiqûqî esîr tê girtin. Temenê wê mezine û rewşa wê ya fizîkî nebaş e. Nexweşiyên wê yên kronîk hene. Bêhn standinê de zehmetiyê dikşîne” Kaygusuz, derbarê girtîgeha birayê xwe jî wiha axivî: “Dema xwarinê belav dikin carna lepikan li destê xwe nakin. Ev yek jî pêşiya nexweşiyê vedike. Rayedar jî sist tevdigerin tedbîra nagirin. Ji bo ku nexweşî belavî girtiya bibe wisa tevdigerin.”    ‘NEXWEŞÎ BELAV BIBE DÊ GELEK GIRTÎ JIYANA XWE JI DEST BIDIN’   Kaygusuz, anî ziman ku ji ber şert û mercên girtîgehan divê demildest hemû girtî werin berdan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bê dengiya gelê me û ya civakê roj bi roj peşiya mirina girtiya vedike. Ji ber wê divê em têbikoşin û li zindana xwedî derkevin. Ev nexweşî li zindana belav bibe wê gelek girtî jiyana xwe ji dest bidin. Ji bo ku em nebin hevparê vî sûcî divê em têkoşîna xwe xurttir bikin. Bêdengî mirine.”   ‘XWARINA 4 MIROVAN DIDIN 10 MIROVAN’   Gulistan Al jî li Girtîgeha Jinan a Bunyan a Kayseriyê girtî ye. Dayika Gulistan, Emîne Al jî diyar kir ku pir zext li girtiyên siyasî tê kirin û wiha got: “Li girtiyên siyasî nanêrin. Ji ber vê nexweşiyê lazim e malzemeyên paqijiyê, lepik û rûpoşan bidin wan lê nadin. Wekî din lazime sê dan xwarinê bidin wan lê du dana didin. Niha jî danekê didin wan. Xwarina 4 kesan li 10 girtiyan belav dikin. Dê 10 mirov çawa bi xwarina 4 mirovan têr bin. Min ji keça xwe re got heke xwarin nedin we jî hûn ji xwe re bistînin. Lê ji min re got ‘dayê tiştên didin me 5 TL be kirine 20 TL pir biha didin me. Hin tiştan jî nadin me.” Al, bal kişand ser qanûna înfazê ya ku girtiyên siyasî derve hiştî û wiha axivî: “Em ve paketa Erdogan qebûl nakin. Lazime ku hemû girtî jê sûd bigirin û bêne berdan."    ‘GARDIYAN BI BALDARÎ NÊZÎK NABIN’   Al, anî ziman ku ji ber nexweşiya vîrusa coronayê li girtîgehê tu tedbîr nayên girtin û wiha berdewam kir: “Wexta girtî derdikevin telefonê bê lepik û rûpoş derdikevin. Wekî din jî dema derketina telefonê girtî ji gardiyana dûr disekinin lê gardiyan nêzîktir dibin. Gardiyan baldarî nêzîk nabin. Em dizanin ku di girtîgeha wan de jî nexweşî heye. Li cem wan du girtiyên pîr hene. Yek 65 yek jî 50 salî ye. Nexweşiyên wan jî hene. Keçika min çavên wê diêşin. Li Dîlokê sê caran birin bijîşk ji bo ku bi kelepçe mûayene ferz kirin keça min qebûl nekir paşve birin girtîgehê." Al, xwest ku gelê kurd ji bo girtiyên siyasî piştevaniya hev bikin û wiha dawî lê ani: “Divê gelê me pişta hevdu bigirin heke tiştekê ji bo girtiyên me nakin.”   MA / Fahrettîn Kiliç- Ayşe Surme