Vîrûs dîplomeyan ji hev cihê nake 2020-04-24 10:17:49     ENQERE – Kedkara paqijiyê Reyhan Karadelî ku di asta 4/D dixebite û ji razandina zêdek a Wezareta Tenduristiyê sûd nagire, diyar kir ku ew jî koma xeternak de ne û daxwaza ji karê wekhev re û destmiza wekhev kir.   Razandinên zêdek ku piştî sererastkirina Wezareta Tenduristiyê tên kirin, li gorî ferqa mezûniyetê ji kedkarên tenduristiyê re tê dayîn. Kedkarên tenduristiyê yên di asta 4/D de ji razandina zêdek sûd wernagirin. Kedkarên di vê astê de li ser medya civakî bertek nîşanî vê rewşê dan û diyar kirin ku cihêkariya ku tê aştiya xebatê xera dike.   FERQ DI NAVBERA BIJÎJK Û HEMŞÎREYAN DE JÎ HEYE   Kedkara paqijiyê Reyhan Karadelî ku li Nexweşxaneya Zanîngeha Îbnî Sîna di asta 4/D dixebite, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û bertek nîşanî sererastkirina Wezareta Tenduristiyê da. Karadelî, diyar kir ku ji bilî nedayîna wan di navbera razandinên bijîjk û hemşîreyan de jî ferqeke mezin heye û wiha got: “Em jî weke bijîjk û hemşîreyan di koma xeternak de ne. Em bi nexweşan re têkiliyên nêz datînin û mîz, vereşan û xwîna nexweşan em paqiş dikin lê razandina zêdek nagirin. Din av kedkarên paqijiyê de jî kesên ku testê wan pozîtîf derketine hene. Divê ji karê wekhev re destmiza wekhev bê dayîn.”   LI TAŞERON DIGERIN!   Karadelî, destnîşankir ku ji taşeron derbasîasta 4/D’ê bûne û ev tişt anî ziman: “Me ji xwe re digot dê sererastkirinê dikin em ê ji xwe re rehet bibin lê berovajiyê ve em niha li taşeron digerin. Dema ku taşeron dewlet ji bo xizmet kêm nebe zextê dikir û personelan digirt lê mixabin niha personel nayên girtin. Ji bo pekanîna aştiya xebatê divê herkes destmiza wekhev bigire. Em kedkarên tenduristiyê komek in û hemû jî mirov in. 10 sal in dixebitim. 2 zarokên min hene ez xweşik wan nabînim.”   SES’Ê JÎ BERTEK NÎŞAN DA   Hevseroka Şaxa Sendîkaya Kedkarên Civak û Tenduristiyê (SES) ya Enqereyê Nazan Karacabey jî bertek nîşanî sererastkirina Wezareta Tenduristiyê da û diyar kir ku dê sererastkirin bibe sedema neheqiyê û di navbera kedkarên tenduristiyê de aloziyê derxe. Karacabey, pirsa di têkoşîna li dijî vîrûsê çi bandora dîplomeyê çêbibe kir û ev tişt anî ziman: “Tekoşîna li dijî vîrûsê karê komê ye. Razandinên ku tên kirin nîşan dide ku di navbera kedkarên tenduristiyê de bêrûmetkirin tê çêkirin.”   MA / Emrûllah Acar