‘Bi mirina Mûstafa dengê edaletê fetisî’ 2020-04-24 11:12:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Mirina Mûstafa Koçak ê di rojiya mirinê de bû, rastî bertekên mezin hat. Yek ji kesên bertek nîşan da Seroka TÎHV’ê Şebnem Korûr Fincancî got: “Em nebûn dengê wî.” Hûnermend Tolga Sag jî, diyar kir ku dema hûn pariyekê bixin devê xwe mirovê ciwan ê 297 rojan birçî ma bînin bîra xwe.   Mirina Mûstafa Koçak ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 a Kiriklarê bi daxwaza “darizandinek adîlane” dest bi rojiya mirinê kir û di roja 297’emîn çalakiyê de jiyana xwe ji dest da, rastî bertekên mezin hat û rê li ber hersa li dijî berpirsiyaran vekir. Bi hezaran karhênerên medya civakî yên tên naskirin, sazî û dezgehên cuda bertekên xwe yên li dijî mirina Mûstafa parvekirin.   Hin ji van parvekirinan wihane:   “Seroka TÎHV’ê Şebnem Korûr Fincancî: Em nebûn deng, ji bo çareseriyê me zext nekirin, belê!... Li ser vê erdnîgariyê grevên birçîbûnê ne nû ne, lê ligel ku çareseriya wê pir hêsane jî, bêrehmî li ser bêçareseriyê hatiye avakirin. Em bi vîneke siyasî ya ku tune dihesîbîne re rû bi rû ne!   *Parlamentera berê ya CHP’ê Melda Onur: Mirov ji ber ‘Birçîbûna Edaletê’ dimirin. Hikumet û wezîrên, hûn û hevalên xwe wê bi vî awayî bên naskirin…   *Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû: Mûstafa Koçak jiyana xwe ji dest da. Tekane daxwaza wî darizandinek adîlane bû. Lê ev şans ji bo wî nehat dayîn. Dayik û bavê wî pir li ber xwe dan, çênebû. Nekarin dengê xwe bigihînin mirovahiyê. Di kesên bi wijdan de wê azar hebe, yên bêwijdan de jî guhê xwe girtin hebe! Dengê edaletê fetisî.   *Rojnameger Can Dundar: Dema ku we ji bo îbadetê dest bi rojî girtinê dikir, Mûstafa Koçak jî ji bo edaletê di rojiya mirinê de can da. Gunehê wî di stûyê me de be. Edalet kûr û dewlet kere. Mûstafa bi xwaza edaletê mir.   *Hunermend Tolga Sag: Ji bo rojiya Remezanê dema hûn pariyekê bixin devê xwe mirovê ciwan ê 297 rojan birçî ma, bînin bîra xwe.   *Lîstikvan Levent Uzuncu: Lawekê ku bi firûtina sandawîçan debara xwe dikir bû. Ji ber îfadeya “şahide nepen” bû hikumxarê muebbeta giran. Got min nekiriye, lê kesekê dengê wî nebihîst. Ji bo dengê xwe bide bihîstin ket rojiya mirinê. Lê êdî tuneye! #MûstafaKoçak   *Parlamentera HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglû: Nûciwanek din jî çû! Hûn zalimin, hûnê wisan li dîrokê bên nivîsandin. Êdî paşve vegerandina wî tuneye. We ew şansê ku bêsûciya xwe îspat bike, nedayê. #MûstafaKocak   *Kongreya Civaka Demokratîk (KCD): #MustafaKocak ê ji bo darizandinekê adîlane di roja rojiya mirinê ya 297’an de jiyana xwe ji dest da. Mûstafa hûcre bi hûcre li ber xwe da û ber bêmiriniyê ve meşiya. Hikumetê ji bo şahidek nepen Mûstafa qetil kir. Em li ber bîranîna wî bi rêzdarî bejna xwe di tewîn in.”