Jiyaneke xwezayî ya bi sewalan re 2020-04-24 13:07:04   ŞIRNEX – Koçerên li Hezexê, diyar kirin ku debara xwe ji berhemên ku ji sewalên xwe digirin dikin û ji jiyana xwe ya xwezayî ya bi sewalan re razî ne.   Koçerên li navçeyên Cizîr û Hezexê yên Şirnexê, bi germbûna hewayê re amedekariya xwe ya derketine zozanan dikin. Koçerên li her du navçeyan jî bi berhemên ku ji sewalên xwe digirin, debara xwe dikin. Koçerên ku ji ber vîrûsa koronayê bi gumanên destûr ji wan re dayîn ku derkevin zozanan, li qerexên rêyan ên rast sewalên xwe bi cih kirine û berhemên ku ji wan digirin dibin li bajaran difiroşin.   HEZAR MÎ DIDOŞIN   Berîvanên ku li ser rêya Hezexê miyên xwe didoşin, her roj saetên zû yên serê sibehê dest bi karê xwe dikin. Her roj 6 berîvan ji hezar miyên ku şivan wan serê sibehê tînin mexel, 280 lître şîr digirin. Berîvanên ku zilam jî alîkariya wan dikin, şîrê ku ji miyan digirin, li parzûn dixin û dikin tilimên mezin. Piştre jî şîr dikelinin û dikin penir. Berîvan, ji 280 lître şîr 70 kîlo penîr bi dest dixin û kîloya wî bi 20 TL’yî difiroşin.   20 SAL E BERÎVAN E   Ji berîvanan Şemsiye Ballica, destnîşan kir ku debara xwe bi koçeriyê dikin û bi vê yekê jiyana xwe didomînin û wiha got: “Di mehên biharê de piştî ku berxik mezin dibin em dest bi dotina miyan dikin. 20 salên di nav sewalan de me. Ez hînê vê jiyanê bûme û gelek jî ji hez dikim. Em ked didin û berdêla keda xwe jî digirin. Koçerî şêweyeke jiyanê ye. Em gelek jê hez dikin. Em her roj sere sibehê saet di 05.0’an de radibin. Destpêkê karên xwe yên malê dikin û piştre jî derbasî cihên ku sewal lê ne dibin û dest bi dotinê dikin. Piştre jî em şîrê xwe dikelinin dikin penir û difiroşin.”   ZOZAN JI PAŞÊ RE MANE   Ballica, da zanîn ku de piştî meha Remezanê biçin Zozanê Feraşînê û wiha berdewam kir: “Hezar miyên me hene. Em rojê 280 lître şîr ji wan digirin. Hinek karekî zehmet e lê ji ber ku me ji xwe re kiriye kurm ji zewk digirin. Em bi saya penirê ku ji miyan bi dest dixin debara xwe dikin û li zarokên xwe dinêrin. Em ji jiyana xwe ya xwezayî bi sewalan re kêfxweş in.”