Qereqolê ji malbatan xwest tîpên X, W, Q ji kêlêkan gorên zarokên xwe bibin 2020-04-24 13:08:25   AMED – Hat hînbûn ku Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Farqînê, li malbatên ku zarokên wan di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane geriya û ji wan xwestiye ku kêlêkên gorên zarokên xwe bişikînin, wêneyên kêlêkên şikandî bikişînin, ji qereqolê re bişînin û tîpên X, W, Q ji kêlêkan gorên zarokên xwe bibin.   Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Farqînê, bi telefonê li malbatên ku zarokên wan di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane geriya ango malbatan vexwend qereqolê û ji wan xwest ku tîpên X, W, Q ji kêlêkan gorên zarokên xwe bibin. Hat diyarkirin ku malbatên 3 HGP’iyan ên li gundê Siloq, Kurêşa û Mîreliya û keyayên wan çûne qereqolê û fermandarê qereqolê bi gefxwarinê ji malbatan xwestiye ku kêlêkên zarokên xwe xera bikin.   XWEST TÎPÊN BI KURDÎ JÊ BIBIN   Fermandarê qereqolê xwestiye ku tenê nav û paşnavê nasnameyan ê HPG’iyan li ser kêlêkên gorên wan bê nivîsandin û tîpên kurdî yên mîna X,W,Q ji kêlêkan bên jêbirin. Hat hînbûn ku hin malbatên ku çûne qereqolê ji ber ku vê daxwaza fermandar qebûl nekirine hatine derpkirin.   ‘KÊLÊKAN BIŞIKÎNIN Û WÊNEYÊN ŞIKANDINÊ BIŞÎNİN’   Fermandarê qereqolê, hem bi telefonê bi malbatan re axiviye û hem jî wan vexwendiye qereqolê û ev hişyarî li wan kiriye: “Hûnê kêlêkên gorên xwe bişikînin. Heke hûn wiha nekin em ê goran ji kok ve rakin û ji wir bibin. Piştî ku we kêlêkan şikandin hûn wêneyê kêlêkên şikandî ji me re bişînin.Hat hînbûn ku hin malbatên ku bertek nîşanî vê rewşê dan, ji bo kêlêkên zarokên wan ê HPG’î ji aliyê leşkeran ve neyê şikandin, kêlêkan ji cihê wan derxistine û guhertine."