Koordînasyona Qeyranê ya Herêmê ya Covît-19: Em bibin dengên girtîgehan 2020-04-24 13:35:54   AMED - Koordînasyona Qeyranê ya Herêmê ya Covît-19 bi sernavên "Em Girtîgehan ji bîr nekin,  Em bibin dengên girtîgehan" daxuyanî da û xwest ser rewşa girtiyên di girtîgehan de. Koordînasyonê destnişan kir ku di roja rojiya Remezanê ya ewil de bi mirina çalakgerê Rojiya Mirinê Mustafa Koçak hişyar bûn û wiha got: "Mixabin daxwazên wî dikarîbû bihatina bersivandin. Lê daxwazên wî li ber çavan nehat girtin."    Koordînasyona Qeyranê ya Herêmê ya Covît-19 bi sernavên "Em Girtîgehan ji bîr nekin,  Em bibin dengên girtîgehan" daxuyaniyek nivîskî weşandin û xwestin hemû girtî demildest serbest bêne berdan. Koordînasyonê diyar kirin ji ber şewba virûsê hemû civak bi fikar e û tekildarî rewşa girtîgehan bang li hemû cemaweriyê kir ku bi hestiyari tev bigerin û bêdeng nemînin.  Koordînasyonê bal kişand ser çalakgerê Rojiya Mirinê Mustafa Koçak û wiha got: "Mixabin çalakgerê Rojiya Mirinê Mustafa Koçak di roja ewil a Rojiya Remezanê de û di roja 297'an a çalakiya xwe de jiyana xwe ji dest da. Daxwazên wî yên bihatina bersîvandin hebûn. Lê ev daxwazên wî nehatin bersivandin. Daxwazên raya giştî li ber çavan nehat girtin. Em sersaxiyê ji malbata wî dixwazin  û dibêjin Rahma Wwedê li wî be."    Koordînasyonê destnîşan kir ku ger ev şewb li girtîgehan belav bibe dê nikaribin rê li pêşiya wê bigirin û wiha got: "Li Tirkiye zagona înfazê anîn rojevê. Gelek beşên civakê xwestin ev zagon li gorî edalet û wekheviyê. Lê li gel van daxwaz û bertekan mixabin meclis bûye wekî noterê û ji aliyê îqtîdarê ve ev zagon hatiye derbaskirin. Şewba vîrûsê gefan li girtiyan dixwe.  Divê girtiyên nexweş, kal û pîr bi lez bêne berdan. Di pêvajoya  şewba vîrusa Covît-19 de tedbîrên ku rayedar dibêjin stendine, nehatine stendin.    Li gorî vê yekê, xisûsên li jêr em diyar dikin em dixwazin demildest bêne çareserkirin:    Girtîgeh ji ber şert û mercên xwe tenduristiya girtiyan xera dike. Beriya şewbê girtiyên nexweş nehatin dermankirin û nehatin berdan. Ji ber vê yekê nexweşiyên wan girantir bûn. Sedem û berpirsiyarê vê yekê rejîm bixwe ye.  Beriya şewbê dihat payin ku girtiyên nexweş serbest bêne berdan, lê bi zagona înfazê re girtî li gorî newekhevî û bê edaletiyê hatin berdan. Sûcê girtiyan hatiye cudakirin û girtî dîsa rastî binpêkirina mafan hatine. Bi sedan girtiyên temenê wan di jora 65 salî re û girtiyên nexweş hêj girtî ne.    * Em carek din dixwazin girtiyên nexweş û mezin bi lez bêne berdan.   * Divê girtiyên nexweş bi lez bêne dermankirin. Divê girtî li cihê paqij û bê kelepçe bên dermankirin û serbest bêne berdan.   * Girtî dema derdikevin telefonê rastî lêgerînê tên. Ev nayê qebûlkirin. Divê zû dest ji vê pêkanînê berdin.    * Bi şewba vîrusa Covid-19 re malzemeyên paqijiyê 2-3 qat zêde kirin û difiroşin girtiyan. Ev malbatan û girtiyan mexdûr dike. Divê malzemeyên paqijiyê bi têra girtiyan û bê pere bidin girtiyan.   * Divê kaqîş bên îzolekirin û lêgerîna li odeyan bi dawî bibe. Divê gardiyan û personelên temasa wan bi derve re hebe li odeyan lêgerînê nekin.    * Zanyar ji bo têkoşîna li dijî vîrûsê diyar dikin ku xwarin û vexwarin girîn e. Lê li girtigehan bi qasî tê xwestin xwarinê nadin girtiyan. Divê xwarinê têr û baş bidin girtiyan.    * Hin girtiyên nexweş ji aliyê lijneyên çavdêriyê ve wekî "talûke" tê pênasekirin û di yek hucreyê de têne girtin. Divê bi lez dest ji vê tecrîda dijmirovî berdin.    Divê zgona ceza û TMK bi lez bêne guhertin.    Em bang li raya giştî û cemaweriyê dikin ku ji bo ev daxwaz pêk bên her kes hestiyar tev bigere."