Parazvanên mafên mirovan bang kirin 2020-04-24 14:45:37   STENBOL - Parazvanên mafên mirovan, xwestin ku berpirsên mirina Mûstafa Koçak li ber darazê hesap bidin û bal kişandin ser rewşa kesên din ên di rojiya mirinê de û gotin: “Destûr nedin ku ev kes jiyana xwe ji dest bidin.”   Mirina Mustafa Koçak ê 297 rojan di rojiya mirinê de ma û jiyana xwe ji dest da, bû sedama bertekên parazvanên mafên mirovan ên rewşa wî ji nêz ve dişopandin.   Ji van kesan Seroka Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê Gulseren Yolarî, diyar kir ku Koçak ji pêvajoya binçavkirinê heya girtîgehê her tim rastî îşkenceyê hat û wiha axivî: “Daxwaza Koçak daxwazek mafdar bû. Darizandina adîlane mafe. Di dema xwe de, me bi Wezareta Dadê û wezaretên pewendîdar re hevdîtin kirin. Yên ku dewletê bi rêve dibin, li dijî vîna mirovên ji dewtê mafê daxwaza mafên xwe dikin şer daye dest pê kirin. Dewletek bi hêz tu carî li ser daxwazên welatiyan nakeve îdîayê.”   ‘DIVÊ HESAP BÊ PIRSÎN’   Yolarî, da zanîn ku yên welat bi rêve dibin berpirsiyarê mirina Koçak in û wiha got: “Mafê wî yê darizandina adîlane xesp kirin. Teqez divê li ber darazê hesap ji van berpirsiyaran bê xwestin. Lazime ku ev hesap xwestin bê bicih anîn. Ev jî divê di nava dewletê de bê kirin. Niha mirovên ku bi heman daxwazê di rojiya mirinê de, hene. Destûrê nedin ku ev kes jiyana xwe ji dest bidin. Ji bo vê pêdivî bi hestiyariya civakî heye. Divê kesên welat bi rêve dibin, li gorî mafê mirovan û di çarçoveya berpirsiyarên xwe de tevbigerin. Em ji bo vê bang dikin. Dewlet neçare ku vê yekê bike. Em dibêjin ku kesên daxwaza maf dikin bila nemirin.”   MAFÊ JIYANÊ BINPÊ KIRIN   Seroka Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Şebnem Korûr Fincancî jî, diyar kir ku ji dest pê ka pêvajoyê ve dewlet nêzî çareseriyê nabe û wiha axivî: “Ji ber vê dewletê mafê jiyanê bin pê kir. Hem daxwaza Mûstafa Koçak û hem jî daxwazên endamên Grup Yorûmê daxwazên herî xwezayîne. Dema ku daxwazên mirovan nayin qebûl kirin, wê demê mirov neçar dimînin ku jiyana xwe û canê xwe danin holê. Divê dewlet di vê mijarê de gav bavêje, bersiv bide van daxwazan û çareseriyê ava bike.”