DTO: Divê xebatkarên tenduristiyê neçarî tercîhkirinê neyin kirin 2020-04-24 17:00:02   AMED - Odeya Bijîşkan a Amedê, bang li rayedaran kir û got: “Divê xebatkarên tenduristiyê neçarî tercîhkirina di nava xwe û nexweşan de neyin kirin. Pêwîste şert û mercên wan bên sererastkirin.”   Lijneya Rêveberiya Odeya Bijîşkan a Amedê (DTO), daxuyaniyek nivîskî weşand û got: “Divê hempîşeyên me di dema şewbê de dest ji têgîna xwe ya sincê bernedin. Lazime ku ji bo xebatkarên tenduristiyê ekîpmanên parastinê bêkêmasî bên amadekirin.”   ‘DIVÊ ŞERTÊN GUNCAW BÊN AVAKIRIN’   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Xebatkarên tenduristiyê di koma rîsk a şewbê de cih digirin. Pêwîste ku şert û mercên xebatkaran bên sererast kirin û ekîpmanên parastinê bên temamkirin. Divê xebatkarên tenduristiyê neçarî tercîhkirina di nava xwe û nexweşan de neyin kirin. Lazime ku tenduristiya ruhî û fîzîkî yên xebatkarên tenduristiyê bên parastin. Ji bo ku xizmeta tenduristiyê dewam bikin, divê pergala xebatê bê sererastkirin.”