Dayika Aştiyê Fehîme Tûran jiyana xwe ji dest da 2020-04-24 21:04:26   ÎZMÎR - Dayika Aştiyê Fehîme Tûran ku ji ber nexweşîna pençeşêrê tedawî dibû, jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Tûran, ji ber qedexeya derketina derve tenê ji hêla xizmên wê yên nêz ve hat definkirin.    Endama Înîsyatîfa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê Fehîme Tûran, jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Tûranê li Goristana Dogançayê hat veşartin. Ji ber qedexeya derketina derve ya ji ber vîrûsa coronayê (Covîd-19) hatiye îlankirin tenê xizmên Tûranê tev li merasîma cenaze bûn. Tûran a 59 salî nêzî 2 sal bûn ji ber nexweşîna pençeşêrê dihat tedawîkirin.