Dadgehê 2 jê zarok 5 kesên êrîşa Zînî Wertê şermezar kirin girtin 2020-04-25 14:59:35   WAN - Dadgeha Wanê, 2 jê zarok 5 kesên li Taxa Xaçortê ya Navçeya Îpekyolu ya Wanê piştî êrîşa li dijî herêma Zînî Wertê şermezar kirin û hatibûn binçavkirin, der barê wan de biryara girtinê da û şandin girtîgehê.    Komek ciwan li taxa Xaçortê ya Navçeya Îpekyolu ya Wanê, êrîşa di 15'ê Nîsanê de li dijî herêma Zînî Wertê pêk hat û şandina cenazeyê Egît Îpek ê bi PTT'ê ji malbatê re şandibûn şermezar kiribûn. Koma ciwanên ku li taxê barîkat danîn û agir pêxistin êrîşa li herêmê û nêzîkatiya li dijî cenazeyan şermezar kirin. Piştî çalakiyê polîsan mudaxale kiribû û 5 ciwan binçavkiribûn. Polîsên ku di 20'ê nîsanêde 2 jê zarok 5 kes binçavkiribûn piştî îfadeya wan girt şandin dozgeriyê. Dozgeriyê jî piştî îfadeya 2 jê zarok 5 kesan girt, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Heyeta dadgehê jî bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê" biryara girtine da û şandin Girtîgeha Tîpa T a Wanê.