Li Tirkiyeyê 106 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan 2020-04-25 20:23:51 NAVENDA NÛÇEYAN – Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 106 kesên din jî ji ber şewba vîrûsa coronayê jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên heya niha mirine bû 2 hezar û 706.      Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, tabloya der barê daneyên vîrûsa coronayê (Covîd-19) de parve kir.    Koca, daxuyand ku di 24 saetên dawî de 106 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û di 2 hezar û 861 kesî de jî vîrûs hatiye tespîtkirin. Bi van daneyên dawî re li Tirkiyeyê hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane b» 2 hezar û 706 û hejmara kesên vîrûs di wan de hatiye tespîtkirin bû 107 hezar û 773.    Her wiha heya niha 25 hezar û 582 kes jî baş bûne.