ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2020'AN 2020-04-26 09:00:08   * Parlamenterê HDP'ê yê Dîlokê Mahmut Togrul, diyar kir ku AKP mirovan ji herêma Cerablus dibe li Girê Spî bi cih dike û bi vê yekê dixwaze demografiya herêmê xera bike. Togrul, destnîşan kir ku hewldana guhertina demokrafiyê sûcê mirovahiyê ye û xwest dest ji vê helwestê berdin.    * Hevseroka Şaxa SES a Edeneyê Halîde Încî, anî ziman ku li Edeneyê di xebatkarekî xizmeta civakiyî de vîrûsa coronayê hatiye tespîtkirin û got, kesê têkilî pê re danîbin hemû hatine testkirin û karantînakirin.    * Nezîr Kaya ku li Bismilê debara xwe bi sewalvaniyê dike, anî ziman ku ji ber vîrûsê mirov di mal de dimînin û ji ber vê bêhna xwezayê derketiye û heywan bêtir zikê xwe têr dikin.    * B.Y. ku derpêş kir bavê wî ji ber vîrûsa coronayê jiyana xwe ji dest daye, anî ziman ku di rapora wî ya mirinê de "ji ber nedanûstendina bêhnê" hatiye nivîsandin, lê belê piştî hin hewldanan sedema mirina wî wekî "gumanbarê Covîd-19"yê hatiye nivîsandin.    * Serokê Şaxa Jimare 1 a Egîtîm Sen a Stenbolê Mesût Mîke, ji bo Tora Înformatîkê ya Perwerdehiyê ku MEB'ê bi boneya şewba coronayê xistiye dewrê anî ziman ku wekî pêngaveke perwerdehiyî be tê nîşandan û got, ev pergal ne ew pergal e ku şûna perwerdehiya honakî bigire.    * Serokên sendîkayan ku ji bo 1'ê Gulana îsal axivîn diyar kirin ku daxwaza "di dema xebatê de em naxwazin bimirin" daxwaza hevpar a hemû karkera ye û ji bo "yekîtî û piştevaniyê" bang li konfederasyonan kirin.    * Di biryara beraatê ya der barê bersûcê Komkujiya 5'ê Hezîranê Bûrhan Gok de hat derpêşkirin ku "delîl nehatine bidestxistin". Parêzerê dozê Kazim Bayraktar got: "Wekî ku me der barê Bûrhan Gok de qet delîl nîşan nedabin, berpêş nekiribin biryarek hatiye nivîsandin."    * Berdevka Platforma Piştevaniya Jinan a Aydinê Tahsîne Saran, bertek nîşanî guhertina zagona înfazê da û diyar kir ku bi vê guhertinê sucdarên jin û zarokan tên berdan û dîsa zarok û jin berdêla vê yekê didin.    * Li Wan û Navçeyên Wanê di rojên dawî de êrîşên li ser gor û goristanan zêde bûn. Malbatan bertek nîşanî vê yekê dan û xwestin êrîşkar destê xwe ji gor û gorisbtanan vekişînin. Medeni Atsak, bertek nîşanî êrîşa li dijî êrîşa goran da û got: "Em dixwazin bi lez destê xwe ji gorên zarok û xizmên me vekişînin."   * Malbatên rojnamegerên girtî Nedîm Turfent û Azîz Orûç diyar kirin ku vîrûsa koronayê ji bo girtîgehan talûkeyek mezin e û xwestin rojnameger bigihîjin azadiya xwe.   * Endamê Lijneya Rêveberiya MED TUHAD-FED’ê Parêzer Yûsûf Çakas diyar kir ku ji ber di girtîgehan de zêdeyî kapasiteyê girtî hene, eger vîrûs belav bibe dê pêşiya wê neyê girtin û xwest girtî demildest serbest bên berdan.