Li Edeneyê xebatkarekî xizmeta civakiyî enfekte bû 2020-04-26 09:00:14   EDENE - Hevseroka Şaxa SES a Edeneyê Halîde Încî, anî ziman ku li Edeneyê di xebatkarekî xizmeta civakiyî de vîrûsa coronayê hatiye tespîtkirin û got, kesê têkilî pê re danîbin hemû hatine testkirin û karantînakirin.    Li Edeneyê piştî di kesekî ku li Yekeya Zarokan a Midûriyeta Xizmetên Malbat, Xebat û Civakê de vîrûsa coronayê hatibû tespîtkirin sazî hatibû karantînakirin. Hevseroka Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakiyê (SES) a Edeneyê Halîde Încî, rewşa xebatkarên tenduristiyê nirxand.    'BI AWAYEKÎ RÛTÎN TEST NAYÊN KIRIN'    Încî, anî ziman ku kedkarên xizmeta tenduristî û civakiyê bandorê ji şewba Covîd-19'yê digirin û got, hê jî di warê ekîpmana parastinê de pirsgirêka kedkaran nehatiye çareserkirin. Încî, got: "Kedkarên xizmeta tenduristî û civakiyê dixwazin bi awayekî rûtîn bên testkirin, lê belê ev daxwaza wan pêk nayê."    Încî, diyar kir ku li gorî daneyên Odeya Bijîşkan a Edeneyê, 18 jê bijîşk 48 xebatkarên tenduristiyê enfekte bûne û bijîşkek ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest daye û got: "Ev dane ne teqez bûn. Agahî bia wayekî rêk û pêk nayên parvekirin. Li Edeneyê bi qasî em dizanin xebatkarekî xizmeta civakiyî enfekte bûye. Agahiyên rast li ber destên me tunene. Çimkî nayên parvekirin."    DI KARANTÎNAYÊ DE NE    Încî, anî ziman ku piştî di xebatkarekî li Yekeya Zarokan vîrûs hatiye tespîtkirin sazî hatiye karantînakirin û niha xebatkarê navbirî li nexweşxaneyê tê tedawîkirin û got, têkilî bi kê re danîbe testa hemûya hatiye kirin û hatine karantînakirin. Încî, got: "Ên pêwendî bi vî hevalê me r edanîne hinek jê li malê hinek jê jî li saziyê hatibûn îzolekirin. Testa kesên pêwendî bi wan re daniye negatîf derketiye. Lê dîsa jî îzolasyon heya 14 rojan dewam dike. Dikarim bêjim ku bi hewldanên midûrê saziyê re şert û mercên îzolasyonê hatine başkirin. Bi qasî hevalên me yên li saziyên ji me re gotine, sazî tê dezenfektekirin, maske û tiştên din ên parastinê hatine temînkirin."    Her wiha Încî, anî ziman ku girêdayî Wezareta Xizmetên Malbat, Xebat û Civakiyê; 6 saziyên zarokan, 2 aramxane, navendeke jiyana bêastengiyî, 4 navendên xizmeta civakiyî, mêvanxaneyeke jin, Navenda Astengkirin û Şopandina Şidetê (ŞONÎM) û midûriyeta bajêr heye û got, li van saziyan tenê di kesekî de şewb hatiye tespîtkirin. Încî, diyar kir ku bi qasî ew dizanin li van saziyan dezenfekte tê kirin û heya niha li van saziyan jin, zarok û extiyar bi şewbê neketine.    MA / Hamdûllah Kesen