‘Bavê min ji ber coronayê mir, lê di raporê de gotin bêhnçikandin e' 2020-04-26 09:00:54   ENQERE - B.Y. ku derpêş kir bavê wî ji ber vîrûsa coronayê jiyana xwe ji dest daye, anî ziman ku di rapora wî ya mirinê de "ji ber nedanûstendina bêhnê" hatiye nivîsandin, lê belê piştî hin hewldanan sedema mirina wî wekî "gumanbarê Covîd-19"yê hatiye nivîsandin.    B.Y.'yê ku derpêş kir bavê wî ji ber vîrûsa coronayê jiyana xwe ji dest daye got, lê belê di rapora mirinê ya bavê wî de "ji ber nedanûstendina bêhnê" hatiye nivîsandin.    B.Y. ku nexwest navê wî bê aşkerekirin got: "Bavê min 20 rojan serma girtibû, enfeksyona wî ya grîbî hebû. Min telefonî ambulansê kir. Ji min pirsîn, 'laşê wî germ e yan na?' Min jî got, na û wan jî got, 'nexwe ne Covîd-19 ye' û telefon girtin. Min bavê xwe bir navenda tenduristiyê ya malbatê, lê ji ber di ser 65 salan re bû lê mêze nekirin. Gava min xwe aciz kir, ji dûra ve li germa laşê wî mêze kirin û gotin, 'ne Covîd-19' ye û berê me dan malê. Piştî vê bi 4-5 rojan, dîsa bêhna bavê min çikiya. Dîsa min telefonî ambulansê kir. Laşê wî negerm bû, lê min got laşê wî germ e. Ambulans hat û bavê min birin. Lê roja dinê bavê min jiyana xwe ji dest da. Çawa bavê min birine nexweşxaneyê wî xistine makîneya entubeyê. Bavê min ji ber bêhnçikandinê jiyana xwe ji dest da. Di rapora wî ya mirinê de 'ji ber bêhnçikandinê' nivîsandine. Lê min bi zor û heft bela bi wan 'gumanbarê corona vîrûsê' da nivîsandin."    B.Y., diyar kir ku piştî bavê wî jiyana xwe ji dest daye, di mala wan de di 3 kesan de vîrûs hatiye tespîtkirin û got: "Pêşî min bêhna tiştekî ji hev dernedixist. Bijîşkan got, 'di nexweşînên asayî de jî tiştên wiha hene.' Pênc rojan hatim tedawîkirin, hin dermanên êşbiriyê, antîbiyotîk, grîb û sitmayê dan. Gava em ji nexweşxaneyê derketin jî min bêhna tiştekî ji hev dernedixist. Gotin, rewşa we baş e û em tabûrcî kirin. Hefteyek şûnd eji ber kuxikeke zêde dîsa çûm nexweşxaneyê. Wê çaxê min pê derxist ku nexweşînê daye kezeba min jî. Di tomografiya berê de, di kezebê de tiştke xuya nedikir."    B.Y. ji bo pêvajoya tedawiyê jî got: "Du caran çûm nexweşxaneyê û li wir mam. Lê çavê min bi bijîşkan neket. Li holê bijîşk xuya nedikirin. Herî dawî gava ez ê ji nexweşxaneyê derketama çûm cem bijîşk. Bijîşkeke jin bû. Hemşîre rojê du caran dihatin li tansiyon, oksîjen û germa laş mêze dikirin. Derman jî datanîn ber derî û telefon dikirin digotin me dermanê te daniye ber derî."    MA / Emrûllah Acar