Malbatên rojnamegerên girtî: Bila rojnameger bigihîjin azadiya xwe 2020-04-26 09:03:41   AMED – Malbatên rojnamegerên girtî Nedîm Turfent û Azîz Orûç diyar kirin ku vîrûsa koronayê ji bo girtîgehan talûkeyek mezin e û xwestin rojnameger bigihîjin azadiya xwe.   Bertekên li dijî guhertina yasaya înfazê ya ku girtiyên siyasî nehatin daxilkirin didome. Girtiyên nexweş û siyasî û rojnamegerên girtî daxilî guhertinê nehatin kirin û li girtîgehan hatin hiştin. Lê girtiyên ji sûcên diziyê, tecawiz, revandina însanan, kuştin, mafya û çete û gelek sûcên din hatin efûkirin. Malbatên rojnamgerên girtî bal kişandin ser metirsiya vîrûsa koronayê li ser girtiyan û rojnameger jî terkî mirinê hatin kirin.   GIRTÎ DI BIN GEFA KORONAYÊ DE NE   Xwişka rojnameger Nedîm Turfent ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê tê ragirtin, Şehrîstan Turfent diyar kir ku vîrûsa koronayê ji bo girtîgehan talûkeyek mezin e û got: “Heta niha li girtîgehan tenê tevdîra hevdîtina hatiye girtin. Girtîgeh tije bûne. Cih li girtîgehan nemaye. Mafê agahî wergirtinê kêm e. Xizmeta tenduristiyê têr nake. Li hemû girtîgehan tengezariya xwarina bi tenduristî heye. Hemû girtîgeh bi şewba koronayê re rûbirû mane. Yasaya înfazê ya hikumetê talûkeya li girtîgehan radixe ber çavan. Lê mixabin guhertiyana înfazê cudakarî bû û li pey xwe pirsgirêkan anî.”   SÛCDAR LI DERVE NE BÊSÛC GIRTÎ NE   Turfent da zanîn ku yên sûc kirine hatin berdan û yên sûc nekirine jî girtî ne û got: “Ji bo berdana rojnamegeran û hemû girtiyên siyasî bi dehan rêxistinên civakî û gelek partiyên siyasî xwestin werin berdan. Lê hikumetê van daxwazan pişt guh kir. Carek din neheqî li girtiyan hat kirin. Nedîm û bi hezaran ên mîna nedîm bi gefa koronayê re rûbirû hatine hiştin.”   Turfent got ew di serdemek dîrokî û hesas de derbas dibin û bang kir ku rojaneger, nivîskar, akademîsyen û girtiyên siyasî divê demildest bigihîjin azadiya xwe.   ‘WERIN EM BIBIN DENG Û RENGÊ GIRTIYAN’   Hevjîna rojnameger Azîz Orûç ê li Girtîgeha Tîpa L a Panosa Agirî girtî ne Hulya Orûç jî destnîşan kir ku rewşa li girtîgehan her ku diçe nebaş dibe 3u wiha got: “Divê bi lezgînî ji bo girtiyan gav were avêtin. Ez bi Azîz re diaxivim ew jî behsa binpêkirinên li girtîgehê dike û dibêje di girtiyan de nîşaneya nexweşînê hatiye tespîtkirin. Lê ji bo wan tu tiştek nakin. Bêhna pîs ji girtîgehê tê. Girtî bi nexweşînan re rûbirû ne. Ji bo nexweşînan tu tevdîr nehatine girtin. Di serê hevjînê min de du heb kîst hene. Ji daxwaza hevjînê min re dibêjin ‘serê te diêşe’ û tu tiştekî nakin. Ji bo ev nexweşîn bi pêş ve nece, divê were dermankirin. Hevjînê min û bi hezaran girtî bi koronayê re rûbirû hatin hiştin. Hikumetê tu demê min matmayî nekiriye. Çimkî heman polîtîka wê didome. Hikumet dixwaze girtiyên siyasî bimirin. Berevajî vê nafikirin. Divê em jî li dijî vê bibin yek. Werin em jî bibin deng û rengê hemû girtiyan.”