Ji bo girtiyê nexweş kampanyaya îmzeyan 2020-04-26 09:04:51   DERSÎM/XARPÊT - Malbata Denîz Yildirim ê girtiyê nexweşê giran ku di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Elezîzê de ye, ji bo ku serbest were berdan kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin. Keça wî Asmîn Yildirim diyar kir ku tenê xwesteka wan girtiyên siyasî bi qanûnan wek hev bêne berdan.   Denîz Yildirim ê 48 salî ku Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê navçeya Hozat a Dersîmê bû 5 sal in di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpête de girtî ye. Yildirim di mehên borî de bi penceşêra kolonê ket û emeliyat bû. Niha bi awayê ku roviyên wî li derve di şertên girtîgehê de dijî. Yildirim ê tedawiya kemoterapiyê dibîne bi tena serê xwe nikare bijî. Lê niha odeyeke yek kesî de dimîne. Malbatê ji bo rîska mirina Yildirim heye serî li rayedaran girtin, lê tu bersîv negirtin. Malbata Yildirim ji bo balê bikşînin ser rewşa Denîz, kampanyaya îmzeyê dan destpêkirin. Keça Denîz Yildirim, Asmîn Yildirim xwest ku bavê wê bê berdan û li derve tedawî bibe.    ‘TEVÎ NEXWEŞIYÊ BI TENÊ LI ODEYEKÊ DIGIRIN'    Yildirim, da zanîn ku xebatkara tenduristiyê ye piştî kirarên cerahî nexweş kî bibe bila bibe divê pêvajoya tedawiya wî bi baldar nêzîk bibin û wiha got: “Birina bavê min ya girtîgehê xelete, gelek zeîf bûye diviya bû li nexweşxaneyê bûya û di vê pêvajoyê de ji xebatkarên tenduristiyê û malbata xwe alîkarî girtibûya. Bavê min niha di odeyekê de dimîne. Sebebê wê jî ji bo tedawiya kemoterapiyê birina nexweşxaneyê ye. Lê bavê min di komeke rîskê ya mezin de ye. Bi halê xwe yê nexweş ve li odeyekê tena serê xwe bimîne xelet e. Tedbîrên ku tên girtin têra nakin.”   ‘DÊ GELEK GIRTÎ BIMIRIN'    Yildirim dest nîşan kir ku qanûna înfazê bi awayekî bê edalet nehat sepandin û wiha axivî: “Me digot qet nebe girtiyên nexweş dê vê pêvajoyê de bi hefsa malê berdin. Heke di demên pêş de tedbîrên cidî neyê wergirtin dê windahiyên mezin werin dayîn. Ev gotineke nexweş e lê rastî ye. Me êdî serbest berdana wan berda ye ketine derdê başbûna wan.”   ‘DEST BI KAMPANYA ÎMZEYAN KIRIN'    Yildirim, anî ziman ku bi pêşniyara hevalên xwe yên hiqûqnas dest bi kampanyaya îmzeyê kir û wiha bi dawî kir: “Rûpela ku min kampanyaya îmzeyan dayî destpêkirin rûpeleke navnetewî ye. Kampanyaya me di nava du rojan de rastî eleqeyeke mezin hat. Dê di platformên mezintir de xebatên me yên mezintir çêbin. Ji bo vê alîkariyê jî digirim. Em vê kampanyayê ji gelê xwe re jî pêşkeş dikin. Tenê ne bavê min bi hezaran girtî di vê rewşê de ne. Em bi edaletê re ne. Daxwaza me tenê girtiyên siyasî li pêş qanûnan wekhev bên girtine.”   MA / Ayşe Surme - Fahrettîn Kiliç