Şewb êdî di girtîgehan de ye: Divê AYM bi lezgînî gav bavêje 2020-04-26 09:38:38 STENBOL – Nûnerên rêxistinên mafên mirovan, fikarên xwe yên têkildarî şewba Kovîd-19’an a li girtîgehan belav bibe, anîn ziman û gotin: “Divê AYM qanûna înfazê betal bike û li gorî mafê jiyanê bi lezgînî biryar bide.”   Ji ber vîrûsa korona (Kovîd-19) li tevahiya cîhanê bi sedhezaran mirov jiyana xwe ji dest dan û yek ji qadên herî bi rîska şewbê re rû bir û ye girtîgehin. Ji ber vê yekê gelek sazî û dezgehên navneteweyî yên weke Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropa (CPT) û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ji ber vê yekê, ji bo girtî û hikumxaran bangên bergiriyên lezgîn kirin. Li Tirkiyeyê li 355 girtîgehan 300 hezar girtî û hikumxwar hene. AKP û MHP’ê bi hinceta şewbê pêşnûmeya înfazê anîn Meclîsê û erêkirina qanûnê re nêzî 80 hezar girtî hatin berdan. Lê girtiyên siyasî ji derveyî vê pêşnûmeyê hatin hiştin û niha bi hezaran girtiyên siyasî bi şewba vîrûsê rû bi rû ne. Ev rewş weke “darvekirina veşartî” rastî bertekan tê. Her ku diçe hejmar girtiyên di girtîgehan de bi şewbê dikevin zêde dibe. Li gorî daxuyaniyên fermî li Girtîgeha Bûcayê testa 64 girtiyan pozîtîf derketiye.   CHP’ê ji bo betalkirina qanûna înfazê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) da. Hemû kes li benda biryara AYM’ê ye.   TÎHV: MAFÊ WAN Ê JIYAN DIBIN RÎSKÊ DEYE   Endamê Lijneya Rêveber a Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHD) Prof. Dr. Umît Bîçer, diyar kir ku di serî de girtiyên nexweş mafê hemû girtiyan ê jiyanê dibin rîskek mezin deye. Bîçer, da zanîn ku girtî niha bi cezayê mirinê re rû bi rû ne û wiha axivî: “Divê qanûna înfazê di kopsepteke din de bê nirxandin û dest pê kê girtiyên jiyana wan di rîskê de bên berdan. Ji bo ku ev girtî ji ber pandemînê jiyana xwe ji dest nedin divê Wezareta Dadê gav bavêje. Di Girtîgha Sergirtî ya Bûcayê de encama testa 64 girtiyan pozîtîf derketin. Em bang li hikumet û Wezareta Dadê dikin ku dest ji pêkanînên rê li ber mirinên mirovan vekin berdin.”   CÎSST: DIVÊ AYM LI GORÎ MAFÊ JIYANÊ BIRYAR BIDE   Endama Lijneya Rêveber a Komeleya Civaka Sîvîl a di Pergala Înfaza Ceza de (CÎSST) Berîvan Korkût jî, dest nîşan kir ku ligel girtiyên hatin berdan jî hîna girtîgeh pir tijene û wiha axivî: “Girtîgeh pir tije. Ev jî bi xwe re gefên mezin tîne. Em ji xizmên girtiyan gelek daxwaznameyên gilîkirinê digirin. Divê AYM li gorî mafê jiyanê bi lezgînî biryar bide. Niha rewşa li Girtîgeha Bûcayê heye. Ger şewb li girtîgehan belav bibe, ne rêveberiya girtîgehê û ne jî xebatkarên tenduristiyê wê karibin vê yekê rabikin. Em weke roja dest pêkê daxwaza xwe ya efoyê nû dikin. Berî her tiştî divê girtiyên di koma rîskê dene bên berdan.”   OHD: PÊWÎSTE KU REWŞA GIRTINA LI BER ÇAVAN BÊ GIRTIN   Hevseroka Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê Arzû Eylem Kayaoglû jî, anî ziman ku bi qanûna înfazê cudakarî xistin di navbera girtî û hikumxwaran û wiha got: “Lê di rastiyê de divê rewşa girtiyan li ber çavan bê girtin. Ger ev yek bihata kirin cudakarî ne çêdibû. Tirkiyeyê bi tu awayî guh neda bangên sazî û dezgehên navneteweyî yên mafên mirovan. Şewba vîrûsa koronayê êdî di girtîgehan deye. Mafê jiyanê yê girtiyan nayê parastin. Mafê jiyanê berî her tiştî tê. Divê AYM vê rastiyê li ber çavan bigire û wiha biryar bide.   ÎHD: FERMANA MIRINÊ   Seroka Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê Gulseren Yolerî jî, ji bo qanûna înfazê got “efoya sergirtî” û wiha axivî: “Ev pêşnûme ji bo girtiyên siyasî tê wateya ‘fermana mirinê.’ Ji bo betalkirina înfazê serî li AYM’ê hat dayîn. Ji ber şewba vîrûsê û talûkeya jiyana girtiyan divê AYM’ê dosyayê bigire pêş. Li gorî salên berê em nêzîkatiyên dijminane dibînin. Ji ber vê hemû girtiyên polîtîk ji derveyî qanûnê hatin hiştin.”   ÇHD: EV AWAYÊ CEZAKIRINEK TAYBETE   Serokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ya Stenbolê ya bi KHK’ê hat girtin Gokmen Yeşîl jî, diyar kir ku desthilatdarî dixwaze beşên mûxalîf ên li dijî xwe bi awayekê taybet ceza bike û wiha got: “Armanca cezakirinek taybete. Ji ber vê divê AYM vê pêşnûmeyê betal bike. Divê AYM berî her tiştî mafê jiyanê esas bigire. Lazime ku AYM demildest dosyayê lêkolîn bike û bi lezgînê derbarê dosyayê de biryar bide. Ji ber ku mafê jiyana mirovan mijara gotinê ye.”   MA / Nacî Kaya - Erdogan Alayûmat