Derûninas Çerî: Teqez temaşekirina zarokan a ekranê kêm bikin 2020-04-26 10:09:20   ENQERE - Derûnînasê zarok û ciwanan (Psikiyatrist) Veysi Çerî, diyar kir ku ji ber şewba vîrûsa corona mirov di malên xwe de dema xwe derbas dikin û ji ber vê yekê temaşekkirina zarokan a tv, telefon û tabletan zêde bûye. Cerî xwest qetez temaşekirina zarokan bê bisînorkirin û li gorî planekê ev yek bê kirin.    Li Tirkiyeyê her roj zêdeyî sed kes bi şewba Covît-19 dimirin. Li gorî daneyên hikûmeta AKP'ê di 24 saetên dawî de 106 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û di 2 hezar û 861 kesî de jî vîrûs hatiye tespîtkirin. Bi van daneyên dawî re li Tirkiyeyê heta niha 2 hezar û 706 kesan jiyana xwe ji dest dan. Bi giştî 107 hezar û 773 kes jî bi vîruse ketin. Serokomar di 3'ê Nîsanê de biryar da ku kesên temenê wan heta 20 salî û kesên temenene wan zêdeyî 65 salî dernekevin kolanan. Ji ber vê yekê zarok û ciwan di malê de hatin hepiskirin. Têkildarî hepiskirina zarokan a malê Derûnînasê zarok û ciwanan (Psikiyatrist) Veysi Çerî ji Ajansa me ya Mezopotamya (MA) re axivî.  Çerî anî ziman ku ji bo zarokan tevger û keşifkirina tiştên nû pir girîng e û wiha got. "Ji bopêşketina bedena zarokan û hişê zarokan tevger pir girîng e. Dema zarok enerjiya xwe bi tevgerê û lêgerînê derbas nekin, dibe stres. Ev jî dibe sedem ku zarok hêrs bibin, aciz bibin û rageşiya wan zêde bibe."     Çerî, xwest di nava malê de rastiyan bi zimanekî çêker û erênî ji zarokan re bêjin û zêde nexin bin bandora televîzyonan. Çerî wiha got: "Bi taybetî televizyon her tiştî wekî “felaket” pênase dikin. Divê televizyon û malperên înternetê ji zarokan dûr bêne girtin. Divê temaşekirina zarokan a televîzyon, tablet û telefonan teqez bê bi sînorkirin û li gorî planekê bê kirin. Ger ku ev neyê kirin zimanê wan pêş nakeve. Dîsa hişê wan pêş nakeve. Tevgera wan jî pêş nakeve. Divê zarokên li malê dimînin wan texin nava tevgerê. Divê her kes qîre wîra zarokan sebir bikin."     JI BO NAVA MALÊ 6 PÊŞNIYAR   Çerî ji bo nava malê 6 pêşniyar kirin û wiha got:    "* Divê di nava malê de bi zarokan re bilîzin û xêz bikin. Divê beşek malê ji bo wan bê veqetandin. Divê ji bo hunera wan bê pêşxistin hewldan hebe.    * Dikarin li malê ji arvan hevîr çêkin û bi zarokan re bi hevîr teşeyan çêkin. Dîsa bi vî hevîrî hem kurabiye an jî pasta çêkin.    * Li eywanê û baxçe şitilên bacan, îsot, kartol, pîvaz, fasûlî biçînin û avdaniya wan bikin.    * Bi taybetî ji bo zarokên 2-12 salî dema tevger û lîstikan ji wan re veqetînin. Wekî govend, dans, spor û tiştên din bê kirin.    * Bi hevre dîmen bikişînin, bi hevre stran bêjin. Çîrokan bêjin.    * Zarok çavdêrên baş in. Divê teqlîdê kesan û sewalan bê kirin. Hun wan teqlît bikin û bila ew we taqlît bikin.   MA / Berivan Altan