DEDEF: Li malên xwe bi findan kesên di 38’an de hatin kuştin bibîr binin 2020-04-26 14:25:25   DERSÎM - Federasyona Komeleyên Dersîmê (DEDEF) bang li Dersîmiyan kir û xwest her kes di malên xwe de findan pêxin û kesên 83 sal berê di komkujiya 38'an de jiyana xwe ji dest dan bibîr bînin.    Federasyona Komeleyên Dersîmê (DEDEF), ji bo kesên bi biryara 4'ê Gulana 1937'an a "Biryarnameya Tevgerea Tenkîl a Tuncelîbang" 83 sal berê hatin qetilkirin bibîr bînin daxuyanî da. DEDEF'ê diyar kir ku îsal ber vîrûsa corona nikarin bi girseyî bernameya bîranînê li dar bixin. Federasyonê bang li hemû Dersimiyan kir û xwest her kes li malên xwe findan pêxin û zimêran bixwînin û kesên hatin qetilkirin bibîr bînin.    KOMKUJÎ BI PLAN Û PERGAL BÛ   DEDEF'ê anî ziman ku gelê herêmê bi plan û pergal hat qetilkirin û wiha got: “Bi biryarê li gorî daneyên fermî 16 hezar mirov hatin kuştin. Dîsa li gorî daneyên ne fermî 70 hezar mirov hatin qetilkirin. Bi deh hezaran mirov ji cih û warên xwe koç bûn sirgûn bûn. Ji bo gelê Dersîmê 4'ê Gulanê Roja reş e. Di 4'ê Gulanê de em ji bo mirovên xwe yên di terteleya Dersimê ya 37-38'an dua bikin û wan bibîr bînin. Em ji bo bîranîna wan li malên xwe findan pêxin. Em dixwazin li ser medya civakî jî bernameyên rengîn li dar bixin û wan bibîr binin. Em dixwazin li ser erdnîgariya xwe ziman, çand û nasnameya xwe azad bijîn. Em dixwazin tertelmeya 4'ê Gulanê wekî roja "Terteleya Dersim37-38 bê bîranîn û qebûlkirin. Em dixwazin arşîv bêin vekirin û hesabê vê yekê bê dayîn. "