Ji Bradostî hişyariya ‘birakujiyê’ 2020-04-27 09:07:03 SULEYMANÎ - Îskandar Reşîd Bradostî yê ji Eşîreta Bradostan, pêşketinên li Zînê Wertê weke “Pêngava dagirkirina Kurdistanê” nirxand û got: “Divê kurd di çarçoveya yekitiya neteweyî de piştgiriyê bidin hev û destûrê nedin şerê ‘birakujiyê’ ya ku dijmin dixwaze.” Partiya Demokratîk a Kurdistanê (KDP) hêzên pêşmerge şandin herêm a Zînê Wertê ya Herêma Kurdistana Federe ya Iraqê. Bi vê yekê re Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) herêm bombebaran kir. Niştecihên herêmê ji ber van pêşketinan ketin nava guman û fikaran. Pêşketinên li herêma dibin kontrola Yekitiya Welatparên Kurdistanê (YNK) de hatin jiyîn, weke plana hevkariya KDP û Tirkiyeyê tê nirxandin. Dîsa ji bo pêşketinên heyî nirxandinên weke astengkirina yekitiya neteweya kurd û dorpêçkirina Qendîlê tên kirin.   ‘DIVÊ KDP NEBE PARÇEYEKÊ VÊ PLANÊ’   Yek ji mezinên Eşîreta Bradost Îskandar Reşîd Bradostî derbarê van pêşketinên li herêm tên jiyîn de axivî û wiha got: “Tirkiye ji salên 2017 û 2018’an ve li dijî herêmê operasyonan bi rêve dibe. Tirkiyeyê di sala derbas bûyî de jî, dibin navê ‘Operasyona Pençe’ de 35 kîlometer qadên herêmên Bradost û Xakurkê dagir kirin. Bi balafirên şer, obus û hewanan gelek cih bombebaran kirin. Li van qadan mirovên sîvîl jiyana xwe ji dest da. Bax û baxçeyên mirovan zirarek mezin dîtin. Sewalên welatiyan telef bûn. KDP’ê li Bradost, Sîdekan û Xinêrê baregehên çavdêriyê ava kirin û xwest liv û tevgera PKK’ê keşf bike. Hewl da gundên Kanîreş, Navmêrgan, Mêrgereş, Alaka, Sîda, Çiayader û Çiyakewt ên herêma Bradost dagir bike. Gel bertekek mezin nîşan da, li ber xwe da û ev plana wan negirt.”   Bradostî, da zanîn ku Tirkiyeyê vê carê bi destê KDP’ê hêzên xwe dişîne herêma Zînê Wertê û wiha bilêv kir: “Dixwaze vê herêmê bike bin kontrola xwe. Hewl dide hemû Kurdistana Başûr dagir bike. Divê KDP bi tu awayî nebe parçeyekê plana dijminê dagirker.”   ‘DIXWAZE QADAN JI HEV VEQETÎNE’   Bradostî, anî ziman ku bi vê planê dixwazin xeta Raperîn-Soranê ji hev veqetîn in û wiha pê de çû: “Bi vî awayî dixwazin hemû Herêma Kurdistana Federe dagir bikin. T.C ya dagirker bi van êrîşan, hewl dide xeta Behdînan (Zap, Metîna, Heftenîn) û Soran (Xakurkê, Xinêrê, Dîyala, Sîdeka) ji hev veqetîne. Dixwaze bi vî awayî li ser qada Zînê Wertê serwer bibe û Qendîlê dagir bike. Di heman demê de, hewl dide li ser ava xeta Xabûr, Zap-Avaşîn-Basya û Xakurkê bendavê ava bike. Em liv û tevgera li vê derê dibînin, lê rayedara bi tu awayî dengê xwe dernaxin. Armanc dikin ku li ser hemû avên Kurdistanê bendavan ava bikin. Gajo wê hikumet bendavê ava bike û pirsgirêka ceyranê ya Başûr çareser bike. Lê armanc ne eve. Berevajî vê yekê, dixwazin hemû erdnîgariya dewlemend, binecihên dîrokî û gundên di navbera Kurdistana Başûr û Kurdistana Bakur de bi avakirina bendavan bin av bikin. Gelek gundên me bi vî wayî dagir kirin û gundî ji gundên wan derxistin.”   DI HEDEFÊ DE HEMÛ KURD HENE   Bradostî, dest nîşan kir ku di pêşketinên li herêma Zînê Wertê tên jiyîn de, tiliya “dijminantiya kurd” heye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê hemû partiyên kurd ên siyasî van lîstik û planên qirêj bibin in. Hemû Kurdistana Başûr û kurd di hedefê dene. Ger em pêşiya vê plana qirêj negirin, wê Kurdistan rastî komkujî û jenosîdek mezin bê. Divê PKK bi aqlê selim tevbigere û bisebir be. Divê kurd di çarçoveya yekitiya neteweyî de piştgiriyê bidin hev û destûrê nedin şerê ‘birakujiyê’ ya ku dijmin dixwaze. Teqez divê destûr neyê dayîn ku dijmin li van herêman bê bicihkirin. Ji ber ku wê jiyana hemû kesan bikeve talûkeyê.”   MA / Erdogan Altan