Dogan: Hiqûqa pêxamber ketiye bin piya 2020-04-27 09:09:17 MÊRDÎN – Ji Sekreteriya KÎD’ê Fahrî Dogan, êrîşên li dijî goristanan û berdewamkirina polîtîkayên şer ên di Meha Remezanê de nirxand û ev bertek nîşan da: “Di îslamê de hiqûqa mirî û hiqûqa mizgeftê, quranê û pêxamber tev ketiye bin piya.” Di 15’ê nîsanê de li Başûrê Kurdistanê li dijî Wargeha Mexmûrê êrîşa hewayî pêk hat 3 jinan jiyana xwe ji dest da. Piştre bi pêşmêrgeyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) re ji aliyê Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ve li dijî herêma Zînî Wertê êrîşeke hewayî pêk hat. Di pêvajoya ku bertek nîşanî van êrîşan dihat dayîn de li herêmê li dijî gorên kesê ku di demên cuda de di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane ji aliyê leşker û polisan ve êrîş pêk hatin. Di êrîşan kodên van kesan, rengên kesk, sor û zer û remzên li ser goran hatin hilweşandin. Li gel bertekên ku tên nîşandan jî di Meha Remezanê de ev êrîş didomin.    HIQÛQA MIRIYAN KET BIN PIYA   Ji Sekreterya Giştî ya Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) Mele Fahrî Dogan, êrîşên ku pêk tên bi bergeha îslamê nirxand. Dogan diyar kir ku ji ber ku zalim tiştekî qebûl nakin êrîşên miriyên ku mêvanê Xwedê ne dikin û wiha got: “Kesên ku dimirin têkiliyan bi vê dinyayê re tê birîn û dibin mêvanê Xwedê. Xerakirina goran nayê qebûlkirin. Ji bilî Xwedê rayeya tu kesî tuneye ku mudaxaleyî goran bike. Divê alim li dijî van êrîşan derkevin û li ser navê îslamê qiyametê rakin. Di îslamê hiqûqa mirî û hiqûqa mizgeft, quran û pêxamber ketiye bin piya. Bi ola me tê leyîstin, em hê li benda çi ne?”   ‘SINCEKE ŞER JÎ HEYE’   Di berdewama axaftina xwe de Dogan êrîşên li dijî Mexmûr û Zînî Wertê û goran bi mînakên dîrokî nirxand û têkildarî mijarê ev tişt anîn ziman: “Di demên destpêkê yên îslamê de di mehên Recep, Şeban û Remezanê de şer hatibû heramkirin. Ji van mehan re mehên Muharremê tê gotin. Di van mehan de li gel bûyerên mezin jî li dijî jinan êrîş çênebûne. Dihat gotin ku nêzî jin, zarok û extiyaran nebin. Timik rêz ji vê rewşê re hatiye girtin. Ebû Cehil ku em wî bi nebaşiyê bi bîr tînin jî van tiştan nekiriye. Sinceke şer jî heye. Tu bi tang û topan jinên bêparastin dikujî. Gelo di vê rewşê de tu gunahkarî ya Ebû Cehil? Divê rûberkirina vê yekê bê kirin. Em ê li cem kesên ku destê aştiyê dirêj dikin cih bigirin.”