Kêliya ku polîs li esnaf îşkence kir ket qeydan 2020-04-27 13:47:53   MÊRDÎN - Li Navçeya Dêrikê ya Mêrdîn, di 25'ê Nîsanê de kêliya ku polîs li esnaf îşkence kir, ket qeydên kamerayan.    Li Navçeya Dêrikê ya Mêrdînê di 25'ê Nîsanê roja qedexeya derketina derve ya li dijî şewba Covît-19 hebû, polîs li esnaf S.Y. îşkence kir. Dema esnaf S.Y. xwest cihê kar veke, polis li pêş kamerayan îşkence li S.Y. kir. Dema polîs li S.Y. îşkence kir ji aliyê kameraya kargeriyek din ve hat qeydkirin. Kêliyê ku polîs îşkence li esnaf dike hat bi dest xistin. Di dîmen de tê dîtin ku polîs esnaf dibe pişt otobusê û li pişt otobusê îşkence lê dike. Têkildarî mijarê esnaf S.Y., anî ziman ku niha naxwaze li ser mijarê bi axive.