Tevna Agahazanî ya Perwerdê (EBA) kurdî qedexe kir 2020-04-27 14:10:24   WAN - EBA’yê navê Jiyan weke “neguncaw û qedexekirî” pênase kir û bernameya ders û fealîyetên mamosteyekê xwest ji xwendekara xwe ya navê wê Jiyan re bişînê red kir.   Li Wanê, mamosteyekê xwest li ser Tevna Agahazanî ya Perwerdê (EBA) ya ku piştî şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) ji bo perwerde dayîna xwendekaran hat vekirin, bernameya ders û fealiyetan bişîne ji xwendekara xwe ya bi navê Jiyan re. Lê EBA’yê, ji bo navê jiyan got; “Di metna ku hûn dixwazin bişîn in, peyvên neguncaw û qedexekirî hene, ji ber vê hûn kirin bişîn in.” Mamosteyê ku heya demek dirêj tu wate neda vê rewşê, demek şûnde nû ferq kir ku navê Jiyan bi Kurdiye û ji ber vê yekê daxwaza wî hatiye redkirin.   GELO NAVÊ JIYAN QEDEXEYE?   Mamosteyê ku nexwest navê xwe bi de, derbarê vê rewşê de wiha axivî: “Ez li Wanê mamostetiyê dikin. Ji dema ku dibistan hatin betalkirin û vir ve em dersen xwe yên MEB li ser EBA’yê ji xwendekarên xwe re dişînin. Navê xwendekarekê min Jiyan e. Min xwest ji vê xwendekara xwe bernameya ders û fealiyetan bişînim. Lê hişyariya ‘neguncawe û peyvên qedexekirî hene’ şandin. Dûre min navê Jiyan weke J..yan şand. EBA vê carê daxwaza min qebûl kir. Wê demê min ferk kir ku ji ber navê Jiyan ez hişyar kirime. Gelo navê jiyan li Tirkiyeyê û dibistanan hatiye qedexekirin? Gelo çend peyvên din ên mîna navê Jiyan di EBA’yê hatine qedexekirin? Ev sedema bêtehemuliya li dijî zimanê kurdiye.”   MA / Cemîl Ugur