Doza Leyla Aydemîr cardin talûq kirin 2020-04-27 14:28:24   AGIRÎ - Danişîna doza Leyla Aydemîr a 4 salî ya li gundê Bezirhan a Agiriyê winda bû û 18 roj şûnde cenazeyê wê hat dîtin, pek hat. Ji ber vîrûsa koronayê ji dervaryî parêzeran kesek din beşdarî danişînê nabûn. Heyetê danişîna dozê careke din talûq kir.   3’yemîn danişîna doza zaroka 4 salî Leyla Aydemîr a di 15’ê Hezîrana 2018’an de li gundê Bezîrhan a Agiriyê winda bû û 18 roj şûnde cenazeyê wê hat dîtin, hat lidarxistin. Di dozê de ji bo yek jê girtî derbarê 7 kesan de bi îdîaya “bi zanebûn kuştin” û “Kes ji azadiya wê bêpar hatin” muebata giran û heya 14 sal cezayê girtîgehê tê xwestin. Di dosya doza darizandinê de apê Leyla Yûsûf Aydemîr tenê girtiye. Danişîn li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Agiriyê hat dîtin û ji ber vîrûsa korona (Kovîd-19) tenê parêzerên dozê beşdarî danişînê bûn. Apê Leyla Yûsûf Aydemîr jî, ji Girtîgeha Sergirtî ya Xerpetê bi SEGBÎS’ê beşdar bû. Şandeya dadgehê danişîn kurt girt û biryara xwe da. Dadgehê biryar da ku girtina Aydemîr dewam bike û danişîn talûqî 3’yê Tîrmehê kir.