ATK: Hişê Mesût Issi li serê wî ye 2020-04-27 16:49:48   AMED – ATK’a Stenbolê raporek derbarê Mesût Issi yê Muzeyyen Boylû kuşt de weşand û got hişê wî li serê wî bûye û divê were cezakirin.   Sala par li Amedê Mesût Issi, Muzeyyen Boylû kuştibû. Issi li Dadgeha Amedê tê darizandin. Dadgehê îdia kiribû ku hişê Issi ne li serî bûye û pirsgirêkên wî yên derûnî hebûne. Li ser vê îdiayê Issi ewilî sewqî Nexweşxaneya Xarpêtê ya Nexweşînên Sînîr kir. Piştî kar û barên li Xarpêtê sewqî Saziya Tiba Edlî (ATK) a Stenbolê hat kirin û sê rojan di bin çavdêriya ATK’ê hat hiştin. ATK’ê raporek derbarê Issi de amade kir û got hişê Issi li serê wî bûye û divê cezayê xwe bikişîne.   Di raporê de hat diyarkirin ku Issi şandine Girtîgeha Jimara 2’an a Metrîsa Stenbolê. Piştî vê raporê dê danişîna ewil a Issi di 8’ê hezîranê de bê lidarxistin.